Brîtanya dê alîkariya leşkerî bişîne Kendavê

Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê ragihand ku dê amadekariyên leşkerî bi sedema zêdebûna xetereyan bişîne Kendavê.

Piştî girtina Îranê ya keştiya Brîtanyayê li Tengava Hurmiz, Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê leza tevgerîna li Kendavê da.

Wezaretê ragihand ku dê amadekariyên leşkerî bişîne Kendavê û tekez kir ku dê Brîtanya leşkerên xwe li Rojhilata Navîn bihêle da ku Tengava Hurmiz vekirî bimîne.

Di vê çarçoveyê de girtina Îranê ya keştiyê, Brîtanyayê name ji Meclisa Ewlehiyê re û got ku tu nîşane li ser îdiaya Îranê ya qelibandina keştiya petrolê bi keştiya nêçîrê ya Îranê de tune ne.

Rojnameya Daily Telegraph jî bi bîr xist ku wezîrên Brîtanyayê planên bi armanca ferzkirina cezayan li ser Îranê piştî girtina Îranê ya keştiya petrolê li Kendavê, datînin. Li gorî rojnameyê, tê pêşbînîkirin ku wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt hin bergiriyên dîplomatîk û aborî roja yekşemê ragihîne.

Rojnameyê da zanîn ku Brîtanyayê bang li NY û YE’yê kir ku ji nû ve cezayan li Îranê ferz bikin, ew jî piştî ku ceza di sala 2016’an de der barê îmzekirina peymana bernameya nukleerê ya Îranê de hat rakirin.

 


Mijarên Din