Brîtanya ji bo bersivdana Îranê civîna krîzê li dar dixe

Îro hikumeta Brîtanyayê civîneke krîzê ji bo lêkolînkirina vebijêrkên bersivdana girtina Îranê ya keştiya petrolê ya Brîtanyayê beriya çenda rojan, li dar xist.

Çapemeniya Brîtanyayê ragihand ku serokwezîra demborî Theresa May dê serokatiya civîna krîzê ya der barê keştiya petrolê ya li gel Îranê girtiye de, bike.

Theresa May ku berpirsyariya xwe di çarşemê de ji dest dide, dê rewşê bi endamên hikumetê û bersiva li dijî Îranê re lêkolîn bike.

Di civînê de wezîrên ewlehî û rayedarên dîtir dê beşdar bibin û li ser çawaniya dabînkirina tevgera keştiyan li Tengava Hurmiz a belavkirina petrolê li cîhanê nîqaş bikin.

Li rexê jî dê mijara parastina şoreya deryayî li ava Kendavê li gorî serokatiya hikumetê diyar kiriye, bê nîqaşkirin.

Brîtanya gelek vebijêrkên zêdekirina fişaran li ser Îranê nîqaş dike. Lê rayedaran got vebijêrka leşkerî di dema niha de ne pêşniyar kiriye.

Çavkaniyan îşaret pê kir ku civîn dê li gorî saeta Greenwichê di 09:30’an de dest pê bike.

Îranê keştiya Brîtanyayê "Stina Empero" ya ku ala Brîtanyayê hildabû û tevî 23 endamên li ser, şeva înê girtibû.

(fr)


Mijarên Din