Bêrîvan Hesen: Ji ber bêdengiyê Tirkiye serdestiya gelek welatan binpê dike

Endama Meclisa Rêveber a PYD'ê  Bêrîvan Hesen got: "Dewletên Ereb li hemberî zêdegaviyên dewleta Tirk û binpêkirina serdestiya welatên Ereb re bêdeng in. Civaka navdewletî jî bi bêdengiya xwe alîkariyê dide dagirkeriya Tirk."

Li gelek welatên Ereb û Rojhilata Navîn nakokiyên siyasî û leşkerî hene. Dewleta Tirk a dagirker jî derfetê ji nakokiyan û bêdengiya welatên Ereb digre û destwerdana welatan dike. Tirkiye destpêkê nakokiyê di navbera gelan de derdixe û piştî wê weke ku hêza parastina gel e, tevdigere û wî welatî dagir dike. Lîbya, Iraq û Sûriye mînakên herî ber bi çav ên vê yekê ne.

Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî raste rast dest di karûbarên Lîbyayê de wer dide, li kêleka hikumeta Wîfaqê şerê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê dike. Da ku beravên Lîbyayê bi dest bixe, ku wekî xencera nêzî kêleka Ewropayê dibîne û bi destxistina van beravan dê karibe zextê li Ewropayê bike. Li Sûriyê çeteyan ava dike û dişîne welatên din.

Zêdegaviyên dewleta Tirk li welatên Ereb di nava bêdengiyeke civaka Erebî û cîhanî de pêk tên. Bi taybet sûc û binpêkirinên ku li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê têne kirin. Sûcê wê yê dawî ya li bajarê Kobanê bû. Dewleta Tirk a dagirker bi balefirên bêmirov êrişî gundê Helincê kir û 3 jinên siyasetmedar qetil kir.

Li ser mijarê endama Meclisa Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevseroka partiyê ya buroya herêma Firatê Bêrîvan Hesen ji ANHA'yê re axivî.

Bêrîvanê got: “Dewletên Ereb li hemberî zêdegaviyên dewleta Tirk bêdeng in, civaka navdewletî bi bêdengiya xwe û bi dizî destekê dide Tirkiyê.”

'TIRKIYE HEWL DIDE ERDÎNGARIYA KU DAGIRKIRIYE TIRK BIKE'

Bêrîvanê destnîşan kir ku di aloziya Sûriyê de binpêkirinên Tirkiyê bûne mijareke ku rojane têne kirin û wiha got: "Tirkiye rojane sûcên dermirovî li dijî gelê Sûriyê pêk tîne. Çi li herêmên dagirkirî yan herêmên din be. Mînaka vê yekê sûcên li Efrînê û herêmên din ên ku Tirkiyê dagir kirine. Tirkiye bi dagirkirina herêmên Sûriyê hewl dide erdîngariya herêman tirk bike, sûcan pêk tîne. Îdea dike ku dê herêmek “ewle” ava bike. Sûcên ku li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên dagirkirî rastiya îdiayên Tirkiyê eşnere dikin. Bi taybet ku çeteyên tundraw ji bo rêvebirina van herêman erekdarkirine. Sûcên ku Tirkiyê û çeteyên wê li Sûriyê kirine, nayên jimartin. Ya herî dawî komkujiya namerd a li Kobanê bû ku di encamê de 3 jin şehîd bûn. Divê hêzên navdewletî yên ku xwe wekî garantorê ewlehiya herêmê bi nav dikin, li hemberî van sûcan bisekinin û hesab bixwazin.”

'BÊDENGIYA DEWLETÊN EREBÎ DIHÊLE KU TIRKIYE DAGIRKERIYA XWE BERFIREH BIKE'

Bêrîvan Hesen destnîşan kir ku li hemberî sûcên Tirkiyê divê dewletên Ereb û dewletên din bipirsin, bê kê şewqa kesk dide Tirkiyê û wiha domand: “Tirkiye di krîzên aborî û siyasî yên hundir de ye. Li dewletên cîranên xwe binpêkirinan dike. Dewletên cîhanê mîna Rûsya û Amerîkayê li ser van binpêkirinên wê vedişêrin. Niha jî dewleta Tirk li herêmên ku dagir kirine guhertina demografî û siyasetên tirkkirinê dimeşîne. Destdirêjî serweriya dewletên Ereban dike, yên ku di nava nakokiyên navxweyî, siyasî, aborî û tenduristî de ne. Ji ber vê divê em ji piştevanên wê pirs bikin heta kijanî astî dikarin bi çarenûsa gelan bilîzin."

Têkilkdarî Komkara Erebî Bêrîvan got: "Dewletên Ereb heta îro tu helwesteke zelal ji zêdegaviyên dagirkeriya Tirk li ser serwerî û yekîtiya xak û gelên gelek dewletên erebî nîşan nedaye. Ev nêzîkatî dihêle ku Tirkiyê komkujiyên zêde bike û herêmên din dagir bike. Heger îro Sûriye, Iraq û Lîbyayê be, sibe dewletên din be."

'HIKUMETA SÛRIYÊ JI BER BÊDENGIYA XWE DÊ WINDAHIYÊN MEZIN BIDE’

Hevseroka Buroya PYD'ê ya herêma Firatê Bêrîvan Hesen destnîşan kir ku li hemberî binpêkirinên Tirkiyê divê hikumeta Sûriyê helwesta xwe diyar bike û got: "Lê xuyaye ku hikumeta Sûriyê mîna dewleta Tirk xema wê ya sereke nehêle gelê Kurd nasname û çanda xwe ya kurdî bidest bixin. Bêdengiya wê ya li hemberî sûcên Tirkiyê wê yekê nîşan dide, lê ji ber bêdengiya xwe dê windahiyên mezin bide.”

ANHA


Mijarên Din