Bêrîvan Xalid: Divê cîhan bi lez komkujiyên Tirkiyê yên li ser gelê me rawestîne

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û  Rojhilatê Sûriyê bang li cîhanê û civaka navdewletî kir ku  bilivin û helwesta xwe li hember komkujiyên artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê der heqê gelê Sûriyê de nîşan bidin. Bêrîvan teqez kir ku kesên Tirkiyê di dagirkirina axa Sûriyê de bi kar tîne, rêveberên DAIŞ`ê yên berê bûn û niha jî projeya xwe ya DAIŞ`î didomînin.

Gotinên hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid girêdayî komkujiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê şêniyên Efrînê û Şehbayê de yên ku li Til Rifatê dimînin hatin. Di wê komkujiyê de 20 sivîl şehîd û birîndar bûn di nav de 16 zarok.

Bêrîvan komkujiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê sivîlan de li navçeya Til Rifatê yên ku piraniya wan zarok bûn şermezar kir.

Bêrîvan wiha domand: "Komkujî asta hovîtî û berberiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku ferqê nakin di navbera zarok, sivîl û leşkeran de isbat dike."

Bêrîvan destnîşan kir ku ev komkujî ne ya yekê ye. Dewleta Tirk ji destpêka dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve û heta îro komkujiyên hovane der heqê sivîlan de pêk tîne.

Bêrîvan Xalid rave kir ku ew ji bêdengiya navdewletî li hember kirinên Tirkiyê û çeteyên wê bi mixabiniyê dihese.

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid komkujiya Til Rifatê şermezar kir û bang li cîhanê kir ku li hember van êrişan bisekinin, hovîtiya dewleta Tirk rawestînin û gel ji komkujiyên Tirkiyê xilas bikin.

Bêrîvan di nav gotinên xwe de bang li dewletên cihanê û rêxistinên mirovî kir ku li rex şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember hovîtiya dagirkeriyê  û çeteyên wê bisekinin. Bêrîvan bal kişand ser ku ev çete di bingehê de rêveberên DAIŞ`ê yên berê ne û îro DAIŞ`ê bi navên nû divejînin.

Her wiha Bêrîvan destnîşan kir ku cîhan li hember komkujiyên dagirkeriyê û çeteyên wê der heqê şêniyên ku li şûna cîhanê şerê DAIŞ`ê  kirin û tune kirin de bê deng e.

Di dawiyê de Bêrîvan bang li dewletên cîhanê kir ku helwestek diyar li hember sûcên der heqê sivîlan de ji hêla Tirkiyê endama NATO`yê de têne kirin diyar bikin. Bêrîvan sersaxî ji malbatên qurbaniyên komkujiyê re xwest.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din