Bêrîvan Xalid:Derengmayîna avakirina dadgeha navnetewî xeteriyek mezin e

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid diyar kir ku derengmayîna avakirina dadgeha navnetewî ya ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê xeteriyek gelek mezin e û wiha got: “Avakirina dadgehê wê çareseriyê jî bi xwe re bîne. Avakirina dadgehek wiha wê peyamê bide cîhanê giştî ku wê tu carî teror bi ser nekeve.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid komxebata navnetewî ya tekildarî DAIŞ’ê  ji me re nirxand. 

‘Êdî li cîhê DAIŞ têk çû, rewş tê nîqaş kirin’

Bêrîvan Xalid anî ziman ku di komxebatê de jî hat diyar kirin ku DAIŞ ne tenê mijara Bakur û Rojhilatê Sûriyê mijara hemû cîhanê ye û got: “Nêrînên komxebatê li ser dadgehek navnetewî bûn. Ev encamek gelek girîng e. Taybet civînek wiha li ser axa ku DAIŞ li ser têkçûye, giringiyêk gelek mezin e. Êdî li cihê ku DAIŞ têk çû rewş tê nîqaş kirin. DAIŞ, bi hêz û vîna şervanên gelê herêmê têk çû. Ev pêyama ‘yên ku DAIŞ têk bir mafê wan di dadgehkirina DAIŞ de jî wê hebe’ dide cîhanê giştî. Ev mafek xwezayî û hiqûqî ye.”

‘Dadgehkirinê dê rola sereke ya jinê be’

Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku divê di dadgehkirina çeteyên DAIŞ de rola serêkê ya jinê hebe û wiha axivî: “Hovîtiya dijmirovahiyê li ser vê axê pêk hat. Çeteyên DAIŞ’ê gelek sûcên mirovahî wekî kirîn-firotina mirovan, kolekirin, qetilkirin pêk anîn. Wekî qûrbanî dereca yekem de jin, dereca dûyem jî zarok hatin hedefgirtin. Ji bo wê jin di dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê de dê rolek sereke bilîzin.”

‘Em bi israrin ku DAIŞ li vir bê darizandin’

Bêrîvan Xalid diyar kir ku di encama komxebatê de hat tekezkirin ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dadgehek navnetewî ava bibe û got: “Em bi israrin ku DAIŞ li vir bê darizandin. Her wiha ev dadgeh li gor zagonên navnetewî bê avakirin. Mafê welatan heye ku di dagehkirina hemwelatiyên xwe yên çete de amade bibin. Mafê gelê herêmê heye ku li dadgeha navnetewî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cîh bigrin.”  

‘Bi hevre stratêjiya nû berdewam bikin’

Bêrîvan  gotinên xwe wiha domand: “Pêwîste avakirina dadgeha navnetewî bê destek kirin. Me bi hevre DAIŞ têk bir, divê bi hevre jî ev stratêjiya nû berdewam bikin. Ji bo em DAIŞ’ê di aliyê hişmendiyê de bi dawî bikin divê her kes li gor berpirsyariya xwe tev bigere. Ji bo avakirina dadgehê divê destek bê dayîna Rêveberiya Xweser, civak û aboriya axa herêmê. Ji ber ku vê xakê di dema şerê li dijî DAIŞ’ê de gelek zirar dîtiye.”

‘Derengmayîn xeter e’

Li ser derengxistina avakirina dadgehek navnetewî Bêrîvan Xalid got: “Deregmayîn xeteriyek mezin e. Hêjmarek gelek mezin çeteyên DAIŞ’ê li gel Rêveberiyê ne. Wekî bombeyek di nav welate me de ne. Derengmayîna dadgehê  dê bi xwe re xeteriyek mezin bîne. Avakirina dadgehê wê çaresêriyê jî bi xwe re bîne. Avakirina dadgehek wiha wê peyamê bide cîhanê giştî ku wê tu carî teror bi ser nekeve. Hêz û vîna gelan bi ser bikeve û teror binkeve.”

(bm)

ANHA


Mijarên Din