Buheyên madeyan li Amûdê kêm bûye

Şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo diyar kirin ku piştî tedbîrên ku komîteyên zehmêrê girtine, buhayên kelûpelan kêm bûne.

Ji roja yekemîn a biryara qedexeya derketina derve ve ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî koronavîrusê girtiye, buhayê kelûpelan li bazan bilind bûn.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê bi rêya komîteyên zemhêrê hewl dide buheyên madeyan, bi taybet ên xwarinê kêm bike.

Qedekirina çûn û hatinê di 23`ê Adarê de hat ferzkirin. Bi vê yekê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide pêşî li belavbûna koronvîrusê bigre.

Gelek bazirganan derfet ji vê yekê girtin û buheyên madeyên xwarinê, madeyên paqijiyê  û dezenfektekirinê lîstin. Ji bo vê yekê jî Rêvberiya Xweser tedbîr girt da ku pêşî li bilindkirina madeyan bigre.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Giştî ya Zemhêrê roja çarşemê (Roja 2`emîn ji qedekirina çûn û hatinê) lîsteyek derxist ku tê de bunayê madeyan diyar dike. Her wiha bang li şêniyan kir ku buheyên madeyan ên rojane esas bigrin û giliyê her kesê ne li gorî vê biryarê tevbigere, bikin.

Li ser mijarê wekî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) me tevgera bazarên navçeya Amûdê ya 30 km dikeve rojavayê bajarê Qamişlo şopand.

Welatiyê bi navê Hisên Serhan ji navçeya Amûdê ye dema hindek pêwîstî ji sûkê ji xwe re peyda dikir ji ANHA‘ye re wiha got:"Rêveberiya Xweser berpirsa parastina welatiyan ji bazirganan û kesybaziyê ye. Îro buheyên sebzeyan ji rojên berê baştir e. Ev yek pêk hat piştî ku rêveberiyê buheyên madeyan diyar kir."

Ebûd Hisên destnîşan kir, beriya biryara rêveberiyê ferqek mezin di buheyan de hebûr û wiha pêde çû:"Em bang li Rêveberiya Xweser dikin ku bazirganên buheyan bilind dikin, ceza bike. Destpêkê bazirganên ku bi giştî difroşin heta bazirganên dikanan."

Der barê tedbîrên ku ji aliyê Rêveberiya Zemhêrê ya navçeya Amûdê ve hatine girtin ji endamên rêveber ên Rêveberiya Zemhêrê Rohilat Çaçan got wan zêdetirî 20 dikanênên ku buheyên madeyên xwarinê û sebzeyan bilind kiribin ceza kir her wiha destnîşan kir ku komîteyan wan hişyarî dane zêdetirî 100 dikanan da ku buheyan bilind nekin.

Di dawiyê de Rohilat destnîşan kir ku komîteyên zemhêrê rojane gerên xwe di nava dikanên bazirganiyê de dikin û bang li şêniyan kir ku heger bazirgan û xwediyên dikanan buhayan bilind bikin giliyê wan bikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din