Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê dest bi rêzepanelan kir

Bi dirûşmeya “Jin ber bi pêşerojek baştir ve” Buroya Birêxistinkirina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê rêzepanel ji jinên herêma Cizîrê re lidar xist. Rêzepanel bi armanca pênasekirina rola jinan û rola wê di civakê de hatin lidarxistin.

Bi dirûşmeya “Jin ber bi pêşerojek baştir ve” Buroya Birêxistinkirina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê rêzepanel ji jinên herêma Cizîrê re lidar xist. Rêzepanel bi armanca pênasekirina rola jinan û rola wê di civakê de hatin lidarxistin. Her wiha rêzapanel belavkirina çanda perwerdeyê di nav jinan de û lîstina rola xwe di aliyê siyasî, çandî, civakî, ekonomî û hwe armac dike. Buroyê ji navçeya Şedadê ya gundewarê Hesekê ya herêma Cizîrê dest bi rêzepanelan kir.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya navçeya Şedadê Mune Hemaş ji ajansa me re axivî û got: "Îro me dest bi hemleya lidarxistina rêzepanelan kir. Ev hemle di çarçoveya plan û bernameya partiyê de ji bo perwerdekirina jinan ji aliyên fikrî û siyasî ve, da ku karibe biryara rast di birêxistinkirina jiyana xwe û rêveberiya civakê de bistîne, tê kirin.”

Têkildarî heman mijarê endama Buroya Rêxistinî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Cizîrê Hingrîn Sîno tekez kir ku wan li ser bingeha perwerde, birêxistinkirina jinê û vegerandina baweriya wê bi xwe piştî ewqas zext û mercên ku di aloziya Sûriyê re derbas bûye dest bi hemleyê kiriye.

Hingrîn destnîşan kir ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê piştgiriya jinê ji aliyên fikrî ve heya bighêje azadiya xwe armanc dike. Hingrîn got: “Azadiya jinê jî tê wateya afirandina civakek azad û demokratîk ku edaleta civakî têde serwer e.”

Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê dê 30 penalan li herêmên cuda yên herêma Cizîrê lidar bixe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din