Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê panelek li Qamişlo li dar xist

Li Qamişlo girêdayî perwerdekirin û rêxistinkirina jinan panelek bi navnîşan "Jin ber bi pêşerojê ve" hate lidarxistin.

Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li xwaringeha Qesir a li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo girêdayî perwerdekirin û rêxistinkirina jinan panelek bi navnîşan "Jin ber bi pêşerojê ve" li dar xist.

Bi dehan jin ji rêxistinên jinan, saziyên girêdayî wê, partiyên siyasî, rewşenbîrên jin û saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tev li panelê bûn.

Panel ji aliyê endama rêveber a Buroya Birêxistinkirina Jinan a Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya bajarê Reqayê Sûad Xelo, alîkara sekreteriya giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hêzil Ehmed û endama rêveber a Buroya Birêxistinkirina Jinan şaxê Cizîrê Nuhe Yusawî ve birêve çû.

Endaman pêwîstiya xurtkirina karînên jinan ên fikrî û rêveberî tekez kirin da ku jin bi awayekî çalak tev li prosesa geşpêdanê bibe û rola xwe di tevlibûna kongre û panelên navdewletî de aktîv bike. 

Her wiha beşdarên panelê girîngiya perwerdekirinê di vê pêvajoyê de ji bo pêkanîna armanc û hêviyên jina têkoşer, her wiha ji bo rizgariya tevahiya jinan û avakirina Sûriyeya pêşerojê destnîşan kirin.

Beşdarên panelê diyar kirin ku prosesa perwerdekirina jinan ji tevahiya rêxistinên jinan kar û xebat pêwîst dike.

Di dawiyê panelê de deriyê nîqaş li hember beşdaran hate vekirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din