Buroya Karûbarê Parastinê amadekariyên yekbûna hemû zagûnên buroyên parastinê dike

Hevserokatiya Buroya Karûberên Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku amadekariyên yekbûna hemû zagûnên buroyên parastinê yê 7 rêveberiyan dike û got: “Tiştê ku di dezgehên çapemeniyê di derbarê hin mijarên girêdayî Hêzên Xwaparastinê di nîqaşê de ne. Tu pêkanîna wan li ser erdê tune ye.”

Gelek dezgehên çapemeniyên herêmî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hin malperên tora civakî  nûçeyên li ser erêkirina buroya parastina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji zagonên girêdayî Hêzên Xweparastinê re parve kirin. Qanûnên ku hatin niqaşkirin li ser temenê kesên ji dayîkbûna 1986 heta dayîkbûna 1990 e. Ajansa me di derbarê mijarê bi rêya telefonê bi hevserokê buroya parastinê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re axivî.

Hevserokatiyê wiha got: “Rêveberiya Xweser piştî avakirina wê gelek herêm û Rêveberiyên Xweser tevlî Rêveberiya hevbeş kirin. Vê yekê jî bandor li karê buro û komîteyên parastinê li herêman kir. Her yekê ji wan li gorî zagon û biryarên ji hev cûda dixebitîn. Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ`ê, hemû zagon û biryar bûn yek. Jinûva dîtina gelek zagonên li hin herêman ji ber pêvajoya ku ew herêm têra derbas dibin."

Hevserokatiyê wiha dewam kir: "Tiştê ku di civînên ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin niqaşkirin, li ser buroyên kar û barê parastinê û sîstema wê ye. Hêza Xweparastin û zagonên wê ne. Ew yek jî hîna mijara niqaşê ye, gelek pêşinyarên nû li ser masa niqaşan in. Ji bo ku em bigihêjin formeke hevbeş ji hemû buroyên parastinê di 7 rêveberiyên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Hevserokatiyê got: “Tiştê di çapemeniyê de tên niqaş kirin, ew mijarên hîna nehatine erê kirin. Hîna mijarên niqaşê ne û li ser erdê pêk nehatine. Ne tenê mijara temenan, hîna gelek xal û zagonên din di niqaşê dene. Di nav de form, navlêkirin û dema wê ye. Dema ku biryar bêne standin derbarê buroyên karûbarê parastinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û 7 buroyên wê, dê daxuyaniyeke fermî bidin.”

(jo)

ANHA


Mijarên Din