Buroya Parastinê: Beriya dewriyeyên hevbeş derkevin, agahiya me pê çêdibe

Hevserokê Buroya Parastinê Zêdan El-Asî diyar kir ku hêzên wan di pêkanîna hevpeymana her sê aliyan a ji bo ewlehiya sînor de amade ne û da zanîn ku agahiya wan, beriya derekevin ji hejmara dewriyeyan û gera wan çêdibe.

Hevserokê Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî der barê mekanîzmaya ewlehiyê de ku beriya niha hevpeyman li ser hate kirin û dest bi pêkanîna dewriyeyan kir, ji ANHA`yê re axivî.

Zêdan El-Asî teqez kir ku ew hevpeymana her sê aliyan ku di navbera QSD, Koalîsyona Navneteweyî û Tirkiyê de pêk hat û di pêkanîna bendên wê girêdayî ne û wan gelek gavên wê pêk anîn, mîna vekişandina çekên giran û rakirina mewziyan û radestkirina wan ji meclisên leşkerî re.

Al-Asî wiha got: "Tu dem an jî hejmarên xuya yên hejmara dewriyeyan, an jî leşkeran û bernameya gera wan tune ye."

Her wiha da xuyakirin ku Koalîsyona Navneteweyî bi vê mijarê erkdar e, ji ber ku şirîkê esasî li ser erdê ya têkbirina terorê ye.

Der barê hevkarî û mekanîzmaya dewriyeyan de El-Asî wiha got: "Navbeynkarê di hevpeymanê de (Koalîsyona Navneteweyî) beriya wê agahiya dîroka têketina dewriyan û hejmara wan û gera wan dide me, em jî hevkariyê bi Meclisên Leşkerî bi her herêmekê re dikin."

Dewriyeya yekemîn duh (8`ê Îlonê) derket, li nuqteyên ji herêma Nis Til û Heşîşê li gundewarên kantona Girê Spî geriya û 2 saetan dewam kir.

Al-Asî hêvî kir ku peyman bi ser bikeve û aliyê Tirk jî pêk bîne, her wiha destnîşan kir ku tevî lihevhatin di pratîkê de tê pêk anîn, lê aliyê Tirk tu xwestek nîşan nedan.

(jo)

ANHA


Mijarên Din