Îro piştî civîna dewletên endamên NATO`yê ya li paytexta Brîtanyayê Londonê bi dawî bû, ajansa ANHA`yê hevdîtin bi hevserokê Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asî Zîdan re çêkir.
Asî Zîdan wiha axivî: “piraniya dewletên endamên NATO`yê di nava dewletên ku destekê didine têkoşînê li dijî terora navdewletî de ne û di serî de DAIŞ û Nusra ku li dijî gelên Sûriyê û herêmê hemû rêbazên terorê bi kar anîn, lê belê hîn jî em bi hêvî ne ku têkiliyên leşkerî ku şerê li dijî terora navdewletî dike armanc, berdewam bikin û hêj di vê derbarê de em hevkar in.
‘DIVÊ REJÎMA TIRKIYÊ WERE TENGAVKIRIN’
Asî Zîdan daxwaz ji dewletên endamên NATO`yê kir ku rejîma Tirkiyê asteng bikin û êrişên li dijî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin. Gelên herêmê ku di oxira parastina yekitiya Sûriyê de zêdetirî 11 hezar şehîd û 22 hezar birîndar dane.
Her wiha banga derxistina çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûriyê ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got divê rê li pêşiya guhartina demografiya bigirin.
‘LI BAKURÊ SÛRIYÊ DIVÊ KOMKUJIYÊN DEWLETA TIRK WERIN RAWESTANDIN’
Zîdan di dawiya axaftina xwe de bang li dewletên cîhanê û di serî de dewletên endamên NATO`yê kir ku komkujiyên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin, ji ber heta niha bûne sedema koçberkirina nîv milyon kesî.
(eh)
ANHA