Bûyerên hovane li ser zimanê şahidekê

Fatme Dîmo kiryarên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên di salên di navbera 2012 û 2016`an de bi bîr xistin û diyar kir ku ew binpêkirinên hovane dê di hişê gelê Sûriyê de zindî bibînin.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve di sala 2011`an de gelek sûcên ku der heqê sivîlan de têne kirin, hatin bihîstin. Lê hindek sivîl bûn şahidên wan sûcan, jê yek jî şêniya bi navê Fatme Dîmo Elî ye ku di taxa Eşrefiyê de ma û jê derneket.

Di sala 2012`an de çeteyên Lîwa Şuheda Bedir ên bi serkêşiya Xalid Heyanî taxên Eşrefiye, Benî Zêd û Seken Şebabî kontrol dikirin.

Çeteyan der heqê sivîlan de revandin, kuştin, talankirin û îşkencekirin pêk dianîn. Trajediya şêniyên wan taxan bi wan çeteyan re heta sala 2016`an dirêj kir. Piştî wê şêniyan rûpelek ji bextreşî, kuştin û revandinê tewand.

Di sala 2016`an de YPG û YPJ`ê tax ji wan çeteyan rizgar kirin û kirinên çeteyên Lîwa Şuheda Bedir eşkere bûn.

Fatme got çeteyan bê sedem şêniyek kuşt û wiha domand: "Em û şêniyê bi navê Hesûn kurê Ebû Tirkî rûniştibûn. Hesûn ji serçeteyê bi navê Kebiş re got çima hûn avê bi rêya sahrîcan ji me re naynin. Di malên me de ava vexwarinê tune ye. Hema çete rabû û bi guleyekê ew kuşt. Ji ber tirsê em hemû reviyan. Ev bûyer li ber çavên min çêbû."

Bê sûc ew kuştin

Fatme bûyereke din ji me re parve kir û diyar kir ku çeteyan şêniyek bi şîîbûnê tawanbar kir tevî ku ne wisa ye, kuştin û bi erebeyekê ve girê dan û di nav kolanên taxa Eşrefiyê de heta Çerxerêya El-Tirkewî bi dû xwe ve kişandin.

Her du sermemikên kurê wê qut kirin!

Fatme destnîşan kir ku ew jî mîna şêniyên taxê ji binpêkirinên çeteyan nefilitî û wiha domand: "Kurê min Mihemed çû nan ji firinê bîne. Di vegerê de çeteyan ew şopand heya ku gihaşt mal. Piştre bi serkêşiya çeteyê bi navê Mihemed Sewadî ser mala min de girtin û kurê min girtin. Kurê min bi şêwazên cuda îşkence kirin û her du memikên wî qut kirin. Piştre ez çûm girtîgehê û ji wan pirs kir çima kurê min girtine. Gotin çima tev li me nabe. Di nîşaneyekê de ku ji ber ku tev li wan nebûye îşkence kirine. Piştre min kurê xwe ji girtîgehê derxist û ji Sûriyê derxist."

2 bira li ber çavê dayîka wan kuştin

Di berdewama vegotina serpêhatiya xwe de Fatme bûyereke hovane bi bîr xist û got: "Li ber Çerxerêya El-Tirkewî  çeteyan 2 birayên hev dema diçûn karê xwe li herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyê de li ber çavên dayika wan kuştin. Her wiha kurê apê min Cemîl bi tawana dan û standina bi rejîmê re girtin, bi awayekî hovane îşkence lê kirin û kuştin."

Di dawiyê de Fatme Dîmo got: "Şikur em ji zilma çeteyan xilas bûn û taxa me ji wan rizgar bû. Wan malên me wêran kirin û bi dehan şênî û cîranên me kuştin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din