‘Bûyerên li gundê Firêriyê pêk tên sûcekî li dijî mirovahiyê ye’

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê eşkere kir ku bûyerên li gundê Firêriyê yê navçeya Cindirêsê ji sûc û fezkirina dorpêçê rû didin, dûrî mirovahiyê ne û sûcên li dijî tevahî qanûnên navneteweyî ne.

Ji 6’ê vê Tîrmehê ve, çeteyên Hemzat ên artêşa Tirk a dagirker şêniyên gundê Firêriyê yê  navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê piştî redkirina dayîna bacan, dorpêç kirine.

Têkildarî mijarê, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê îro daxuyaniyek li Kampa Serdemê der barê sûcên li dijî gundê Firêriyê de da.

Endama rêxistinê Wefa Bekir bi zimanê kurdî û endama rêxistinê Heyhan Elî bi zimanê erebî daxuyanî xwend. Daxuyaniya rêxistinê wiha ye:

"Piştî pirbûna cureyên binpêkirin û sûcan li dijî welatiyên Kurd li Efrînê, komên çekdar ên artêşa Tirk a dagirker derbasî qonaxa tevliheviya giştî dibin. Rûyê xwe yê rast eşkere kir û vegerî serdemên kevn ên destwerdanan ku tê de her tişt mubah e, bûn.

Di 6`ê Tîrmehê de çeteyên koma Hemzat bac li hinek şêniyên gundê Firêriyê û kesên ku dikanên ew qafê yên girêdayî mizgefta gund, kirê kirine, ferz kirin. Di encama nakokiya li ser miqdara kirî de, kesê bi navê Ebû Şahir berpirs emnî yê komê kirîciyek revand û bir benda kontrolê li deriyê têketina gund û bi dijwarî lê da. Dema dayika kesê revandî hewl da kurê xwe ji Ebû Şahir xilas bike, wî li dayikê da. Dayik li erdê ket û ji ser hişê xwe ve çû. Ji ber wê şêniyên gund aciz bûn û li hember hovîtiya koma Hemzat sekinîn.

Lewra Ebû Şahir alîkarî ji êla ku li gundê Kefer Zîtê hatiye bicihkirin xwest. Ev êl alîgirê koma Hemzat e. Zêdetirî 500 kes ji wê êlê hatin. Ruxmî ku tê zanîn ku piraniya şêniyên gundê Firêriyê ji pêkhateya Ereb in (êla Benî Zêd) lê wan gund dorpêç kir. Bi rêya dengbilindker a mizgefta gund bang kirin ku şerê di navbera alîgirên Rêveberiya Xweser û koma Hemzat dest pê kir. Ji ber wê bi awayekî hovane heta 4 saetan êrişî gund kirin. Milkên sivîlan ji erebe, traktor û pez talan kirin. 50 milyon lîreyên Sûriyê û 100 hezar dolar ji şêniyan dizîn. Tevî ku dest avêtin jinan, li wan dan û peyvên ne xweş gotin. Her wiha welatiyek bi erebeyekê ve girê dan û heta gundê Kefer Zîtê xuşandin. Hejmarek welatî ji gund revandin û hîna çaranûsa wan nayê zanîn. Ji ber wê hovîtiyê şêniyên gund neçar man ji gund birevin.

Gelek jinên gund bang li komên çekdar ên artêşa Tirk a dagirker kirin da ku alîkariya wan bikin.

Bûyerên li gundê Firêriyê û gundên din ên Efrînê rû didin, bi tu awayî negihêjin mirovahiyê. Lê belê mafên mirovan, nirxên exlaqî û civakî binpê dikin. Li gorî peymanên navdewletî ev sûc digihêjin asta sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din