‘Bûyerên li Idlibê rû didin tesfiyekirina hesabên di navbera dewletan de ne’

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê herêma Firatê Azad Oso got nakokiya li Idlibê di encama nelihevkirina di navbera plana Rûsya û Tirkiyê ya ji bo herêmê ye. Oso tekez kir ku çareseriya aloziya Idlibê û Sûriyê bi giştî bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî pêkan e.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê herêma Firatê Azad Oso di hevdîtinekê de bi ajansa me re girêdayî geşdanên dawîn ên Idlibê û şerên di navbera hêzên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê û komên çekdar de di serî de Heyet Tehrîrî El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) bi desteka Tirkiyê, nirxand.

Oso diyar kir ku kesek ji bilî Erdogan û Pûtîn nikare şerê Idlibê rawestîne û wiha got: “Nîşaneyên heyî lihevkirinek di navbera her duyan de destnîşan dikin. Lê ne ku şer rewastînin berovajî wê tenê ev şer dikeve berjewendiya lihevkirinên din. Mîna lihevkirina Tirkiyê û Rûsyayê ya ku li gorî wê Efrîn li şûna Xûta ket barazê. Tirkiyê niha jî dîwarê parçekirinê li dora Efrînê lêdike da ku wê ji xaka Sûriyê qut bike."

Oso gotinên xwe wiha berdewam  kir: “Gengaze Tirkiyê û Rûsyayê li ser mijara Idlibê bi radestkirina gundewarê Idlibê ji rejîma Sûriyê re li bermaberî ku Rejîmê çavên xwe li ser binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê bigire li hev kiribin. Tirkiyê gelek binpêkirinan li Efrînê dike. Ji kuştin, revandin û guhertina demografiya Efrînê bi rêya koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina çeteyên xwe yên ku ji Xûtayê hatine li şûna wan.”

Oso got: “Tirkiye  û Rûsyayê li ser mijara pêwîstiya tunekirina komên terorîst ên ku wisayeta Tirkiyê bi rêya şerên ku li Idlibê rû didin red dikin, li hev dikin. Tevî ku hewl dide Îranê ji herêmê derxîne."

Azad Oso wiha dirêjî da gotinên xwe: “Tevlibûna Tirkiyê xeta Astanayê ne ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyê bû. Lê belê dikeve xizmeta berjewendiyên wê. Her du alî girêdayî dosyayên aborî, leşkerî û siyasî bi taybet piştî binketina lîreya Tirkiyê bi hewcedariya koordîne û hevkarî ne."

Oso balkişand ku nîqaşên Tirkiyê û Amerîkayê hişt ku Rûsya êrîşî Idlibê bike û wiha domand: “Armanca Rûsyayê ew e ku kaxizan li dijî Tirkiyê kom bike, bi taybet piştî daxuyaniyên Tirkiyê têkildarî gengaziya rawestandina kirîna S400. Tevî wê jî Rûsya naxwaze Tirkiyê wek şirîkek aborî girîng li herêmê winda bike.”

Azad Oso diyar kir ku sedema nelihevkirina çareseriya aloziya Idlibê vedigere gelek sideman û wiha pê de çû: “Jê nelihevkirina plan û projeyên Tirkiyê û Rûsyayê li Idlibê. Tirkiyê dixwaze Idlibê mîna Cerablus , Ezaz û Babê bike.”

Oso tekez kir ku çareserî li parêzgeha Idlibê bi diyaloga Sûrî-Sûrî ve girêdayî ye, bi taybet jî piştî ku isbat bû çareseriya leşkerî li Sûriyê nabe.

Di dawiyê de serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê herêma Firatê Azad Oso got wek partiyekê dê rolek di her diyalogekê de bi tevahiya aliyên navdewletî, herêmî û Sûriyê re bilîzin, da ku nakokiya li herêmê çareser bikin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din