Çalakgerên Rojava jî banga Ocalan bi cih anî

Çalakgerên greva birçîbûnê yên herêma Cizîrê çalakiyên xwe bi dawî kirin û diyar kir ku dê çalakiyên wan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi her awayî berdewam bikin.  

Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a der barê bidawîkirina grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger û rojiyên mirîne de li Rojavayê Kurdistanê jî çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bûn. Di vê çarçoveyê de, li bajarê Qamişlo li pParka 19 Tirmehê ya taxa Erbawiyê ser asta herêma Cizîrê 17’ê vê mehê konê çalakiyên greva birçîbûnê hatibû vedan.  Piştî daxuyaniya  çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û rojiyên mirinê çalakgeran herêma Cizîrê çalakiya xwe bi daxuyaniyekê bi dawî kir.

Daxuyanî li Parka 19`ê Tîrmehê de bi tevlêbûna bi sedan çalakgeran hate dayîn. Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo Welîda Îbrahîm, bi zimanê kurdî jî ji aliyê hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Mahsûm Hesen ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de berxwedana çalakgeran hate silavkirin û hate gotin mîrateya Kemal Pîr û hevrêyên wî dîsa bi ser ket û ev tişt hate gotin: “Berxwedana bêhempa ya çalakgeran ji bo şikandina tecrîdê bi ser ket. Vê berxwedanê îspat kir ku jiyaneke azad û çareseriya pirsgirekên Rojhilata Navîn bê rêber Apo wê nebe.

Eşkerê bû ku dewleta Tirk bi siyaseta xwe nikare berxwedana me bişkîne û serokê me nikarê dûrî me bixe. Berxwedana şikandina tecrîdê li cîhanê de piştgirî girt. Ji bo piştgirîdayîna şikandina tecrîdê hemleya me ya dibin dirûşma “Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzme têk bibin, neteweya demokratîk mîsoger bikin” 10 rojan û bi tevlûbûna 740 kesan berdewam kir. Piştî ku pengav gihişt armanca xwe em çalakiya xwe bi dawî dikin. Lê berxwedan û têkoşîna me ji bo azadiya fizîkî ya rêber Apo wê her berdewam bike. Berxwedana gelê Kurd bi pirrengî wê dewam bike. Bi fikre rêber Apo re em ê Sûriyêke demokratîk ava bikin.”

Çalakî bi sloganên ‘Bijî rêber Apo’, ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Bijî berxwedana Leyla’ bi dawî bû.

ANHA 


Mijarên Din