Çalakgerên Sûdanê bend rakirin

Berî ku dan û standin dest pê bikin, çalakgerên Sûdanê duh li ser banga Meclisa Leşkerî dest bi rakirina bermahî û bendên derdora devera xwepêşandanê li Xertûmê kir. Civata navdewletî jî ji bo destpêkirina dan û standinan bang kir.

Bi sedan xwepêşandêran duh li ser banga Meclisa Leşkerî ya Demkî, dest bi rakirina bermahiyên li derdora devera çalakiyê li Xertûmê kir, berî ku der barê proseya nû de dan û standin dest pê bikin.

Her wiha rayedarekî DYA’yê jî di dawiya civîna ku li Washingtonê de, diyar kir ku civaka navdewletî dixwaze bi awayekî lezgin dan û standin dîsa di navbera Meclisa Leşkerî ya Demkî û rêveberên xwepêşandanê de dest pê bikin.  

Dan û stadin dê bi armanca veguhastina nû ya ji qada siyasî re be ku dê “ji aliyê kesên sivîl ve û bi awayekî aktîf be", her wiha li gorî pîvanên ku rayedarên DYA’yê di dawiya civîna ku li Washingtonê hate lidarxistin de ragihandine. 

 (eh)

 


Mijarên Din