Çalakgerên Sûdanê û Meclisa Leşkerî li ser dewamkirina hevdîtinan li hev kir

Çalakgerên Sûdanê şeva din bi Meclisa Leşkerî ya Demkî re li ser dewamkirina hevdîtinan di navbera her du aliyan de da ku çarseriyekê peyda bikin, li hev kir.

Li gorî AFP`ê, ji rêveberên Tevgera Çalakiyan a Sûdanê ragihand ku wan şeva şemiyê bi Meclisa Leşkerî re ya ku piştî îstifakirina serok Umer El-Beşîr, desthilatdarî wergirt, der barê dewamkirina hevdîtinan di navbera her du aliyan de, li hev kirine da ku hikumeteke sivîl desthilatê ji artêşê wergire.

Ji rêveberên Hevgirtina Azadî û Guhartinê ku çalakî bi rê ve dibirin Sedîq Yûsif got: “Me li ser dewamkirina hevdîtinan ji bo xwegihandina çareseriyekê ku her du alî jê razî bin, li hev kiriye. Bi vê yekê jî heta ku desthilatdarî li gorî rêzikên aştiyane were veguhastin.”

Lihevkirin di navbera Meclisa Leşkerî û 5 ji rayedarên Hevgirtina Azadî û Guhartinê de der barê veguhastina desthilatdariyê de şeva şemiyê pêk hat. Rayedarên çalakiyan roja înê ragihand ku ew ê roja yekşemê desteyeke sivîl ji bo rêveberina welat ku tê de wê nûnerên leşkerî jî cih bigirin, ragihînin.

Ji roja îstifakirina El-Beşîr anku ji 11`ê Nîsanê ve, Meclisa Leşkerî ku ji 10 efseran pêk tê, welat bi rê ve dibe.

(kc)


Mijarên Din