Çalakiya bi kon a li Qamişloyê di roja 5'an de didome

Di roja 5`an a çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê de, rêxistinên ciwanan ên li kantona Qamişlo piştgiriya xwe ji berxwedana greva birçîbûnê ya di girtîgehên Tirkiyê de anî ziman.

Çalakiya konvedanê ya li bajarê Qamişloyê di roja 5'an de didome. Ciwananên Meclisa Navçeya Dêrikê, Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Qamişlo û Ciwanên Şoreşger ên li navçeyê serdana konê kirin.

Bi armanca piştgiriya pêngava greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî li dijî tecîrda li ser rêber Abdullah Ocalan dane destpêkirin, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şaxê herêma Cizîrê di 12`ê Çileyê de bi dirûşmeya "Dem dema azadiyê ye, teqez em ê bi ser bikevin" çalakiya kon li baxçeyê li hemberî avahiya Komseriya NY`yê ya li bajarê Qamişloyê da destpêkirin.

Dema beşdar gihaştin konê çalakiyê sloganên "Bê serok jiyan nabe" berz kirin.

Bernameyê çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger şaxê navçeya Çilaxa Heqî Elî axivî û sûcên artêşa Tirk li dijî girtiyên siyasî yên di girtîgeha Tirkiyê de dide meşandin, şermezzar kirin. Her wiha piştgiriya ji girtiyan anî ziman û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk dê nikaribe vîna me bişkîne û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."

Paşê beşdaran li gotinên girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de guhdar kirin ku tê de ev yek hate destnîşankirin "Em azadiyê ne ji xwe re dixwazin, lê ji rêber Abdullah Ocalan re dixwazîn, ji ber ku azadiya gelê Kurd û vîna wî bi azadiya rêbertî ve girêdayî ye."

(eh)

ANHA


Mijarên Din