Çalakiya bîranîna 12’ê Adarê li Qamişlo dest pê kir

Bi rasthatina salvegera Serhildana 12’ê Adarê re li Stada Şehîdên 12’ê Adarê çalakiyek bi slogana "Biratiya gelan garantiya azadiya civakan e" dest pê kir.

Îro 16`mîn salvegera Serhildana Qamişlo ye ku di vê rojê de desthilata Sûriyê gule li sivîlan reşandin û 36 kes şehîd bûn. Desthilata Sûriyê beriya 16 salan li Stada 12’ê Adarê hewldana derxistina nakokiyan di navbera gelên Kurd û Ereb de ki.

12’ê Adara 2004`an li stadê (yarîgeh) maç di navbera tîma Cîhad a Qamişlo û tîma Fitiwe ya Dêrazorê de pêk hat. Desthilata Sûriyê hewldana derxistina nakokiyan di nava Kurdan û Ereban de kir, ji ber siyaseta çewisandinê ya li dijî gelê Kurd û gulebarana li dijî gel bajarên Kurdan ên li Sûriyê serî hildan û li dijî sûcdariya Sûriyê û siyaseta Sûriyê derketin.

Îro li heman stadê ku desthilata Sûriyê veguharandibû cihê derxistina nakokiyên olperestî yên Kurd û Ereban, tîma Cizîrê û Dêrazorê maçekê dilîzin û bi vê yekê nameya ku pêkhate dikarin bi hev re jiyaneke aştiyane bijîn û dûrî nîjadperestiyê, didin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo û malbatên şehîdên Serhildana 12’ê Adarê  beşdarî çalakiyê bûne û hêzên Hawarî, HPC û Hêzên Ewlekariya Hundirîn parastina stadê dikin. Stad bi wêneyên şehîdên 12’ê Adarê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, TEV-DEM û QSD`ê hatiye xemilandin.

Her wiha pankartên bi nivîsên "Em hemû cureyên înkar û helandina etnîk red dikin, bi hev re ber bi Sûriyeke demokrat û pirreng û biratiya gelan garantiya azadiya civakan e" hatine daliqandin.

Çalakî bi pêşkêşkirina tîma Nihasiyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji sirûda Ey Reqîb dest pê kir û paşê beşdaran li ser rihê şehîdan deqeyekê rêz girt.

Paşê dê li ser navê Rêveberiya Xweser a Kantona Qamişlo Perwîn Yusif, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan hevserokê meclisê şaxê taxa Xerbî Elî Umer û li ser navê Desteya Ciwanan û Werzîşê hevseroka desteyê Amed Memo in.

Paşê dê tîmên herêma Cizîrê û Dêrazorê maçekê bilîzin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din