‘Çalakiya greva birçîbûnê ji bo hemû gelê Kurd e’

 Çalakvanên ku beşdarî konê piştgiriya çalakgeran ê ku li Kobanê hatiye vedan bûne, teqez kirin ku hevdîtinên parêzeran bi Ocalan re nayê wateya ku tecrîd hate şikandin û gotin: “ Em dibêjin em ê her tim piştgiriya wan bikin, ji ber ku ew çalakî ne tenê ji bo partiyekê ye ev çalakî ji bo hemû gelê Kurd e.”

Duh bi pêşengiya Kongreya Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Ciwanên Sûriyê konê piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, li aliyê bakurê  bajarê Kobanê anku  li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bi daxuyaniyekê  hate vekirin.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê  ji pêkhateyên Kurd, Ereb her wiha  endam û rêvebriyên saziyên sivîl  beşdarî konê çalakiyê  dibin.

Di derbarê mijarê de endamê Desteya Rêveberiya Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD`ê Ehmed Xoca di bin konê çalakiyê de wiha got: "Bi boneya vedana vî konê em hemû çalakgerên ku bi serkêşiya Leyla Guven dest bi çalakiyê kirine silav dikin, em dibêjin em ê her tim piştgiriya wan bikin, ji ber ku ew çalakî ne tenê ji bo partiyekê ye ev çalakî ji bo hemû gelê Kurd e. Ya herî esasî  jî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo ye, ji bo wê jî pêwîst e gelê me li kuderê be destek bidin van çalakgeran ji ber ku qonaxa ku em niha tê re derbas dibin qonaxeke Dîrokî ye."

Her wiha ciwana bi navê Ferîda Osman di derbarê çalakiya Leyla Guven got: "Armanca me ji beşdarbûna nava kon, ew e ku em karibin weke jin piştgirî bidin Leyla Guven û hemû çalakgeran. Mirovahî li cihanê nema ye ji ber ku ev 197` roje Leyla Guven ketiya grevê lê dewletên navnetewî li beramberî vê yekî bê deng mane, lê çi dibe bila bibe emê her tim çalakiyên xwe ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo berdewam bikin.”

Ciwanê bi navê Ehmed Derwîş jî wiha got: "Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Apo bi hezaran çalakger dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine, ji bo wê jî em weke ciwan em ê her tim piştgiriya bidin çalakgeran û çi ji me were xwestin em amede ne ji ber ku serokê me dibêje “Me bi ciwantî dest pêkir,  em ê bi ciwantî jî biserkevin" em jî wê layiqî vê gotinê derkevin."

(sn-hk)

ANHA


Mijarên Din