Çalakiya hefteya çandê ya Kevana Zêrîn bi dawî bû

Çalakiya hefteya çandê ya Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê li navçeya Ehrisê ya kantona Şehbayê bi dawî bû.

Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê di nava 8 rojan de çalakiyên hefteya çandê lidar xist. Çalakî îro li navçeya Ehrisê bi dawî bû.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Endama Yekitiya Rewşenbîran Evîn Mihemed helbest xwend.  Koma Şehîd Berçem jî stran gotin.

Romîna Seydo û Cûdî Mihehmed li amûra kemanê dan. Koma Viyan Soran dîlanek ku balê dikişîne ser azadiya jinê û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan pêşkêş kir. Her wiha Koma Ronahî ya Zarokan dîlanên folklorî pêşkêş kir.

Koma Şehîd Heyfa stranên folokorî gotin. Endama Yekitiya Rewşenbîran Emel helbest xwend.

Çalakî bi stranên zarokan a Koma Şehîd Rohînda bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din