Çalakiya kon a li Tebqayê bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya şêniyên Tebqayê ya ji bo şermezarkirina sûcên dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bû.

Çalakiya konvendanê ya şêniyên herêma Tebqayê ya ji bo şermezarkirina sûcên dagirkeriya dewleta Tirk di roja sêyemîn de bi dawî bû. Şande ji bajarokê Mensûra yê rojhilatê Tebqayê, bajarokê Cirniyê yê bakurê rojavayê Tebqayê, Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê û hejmarek şêniyên herêmê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de axaftin bi navê şandeyan hatin kirin. Hate gotin ku tekane rêya vegerandina herêmên dagirkirî berxwedane. Her wiha berxwedana şervanên QSD‘ê hate silavkirin.

Bi navê şêniyên gundewarê rojhilatê Tebqayê, rêveberê Meclisa Gel a Mensûrayê Siûd El-Mihemed, bi navê şêniyên bakurê Tebqayê rêveberê Mala Gel a Mehmûdiyê Mustefa Xanim û bi navê Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê serokê hevbendiyê Selam Hisên axivîn.

Kesên axivîne kişandin ser hevdîtina Turmp û Erdogan û gotin, tevahî peymanên ku xizmeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nakin, qebûl nakin û bang li serokê Amerîkayê kirin ku aliyek erênî ji bo gelê Sûriyê be.

Hevseroka Meclisa Tebqayê Yesreb El-Hesûn daxuyanî xwend. Yesreb anî ziman ku operasyona kanya xwînê ya Tirkiyê û çeteyên DAIŞ û EN-Nusrayê dane destpêkirin, ji bilî qetilkirin, wêrankirin û koçberkirina gelên herêmê ti encam ne anî.

Di daxuyaniyê de bang li pêkhateyên herêmê hate kirin ku li dijî êrişên Tirkiyê di yek rêzî de bisekinin. Her wiha bang li civaka navdewletî hate kirin ku li hemberî planên Erdogan ên mêtîngerî bisekinin û hesab ji sûcên wê yên der heqê gelê Sûriyê de bixwazin.

ANHA


Mijarên Din