Çalakiya konê piştgiriyê ya li Kobanê jî bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya bi armanca piştevahiya bi çalakgerên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li bajarê Kobanê bi dawî bû.

Kongreya Star a Kantona Kobanê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya bi çalakgerên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê 23‘yê Gulanên çalakiya konê piştgiriyê dabû destpêkirin.

Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a der barê bidawîkirina grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger û rojiyên mirîne de çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bûn.

Li Kobanê jî çalakiya konê piştgiriyê bi grevên biçîbûnê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di çalakiya îro de ya roja dawî de bi dehan endamên saziyên sivîl, ciwan û dayik û nûnerên partiyên siyasî amade bûn.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa PYD`ê Eyşe Efendî ve hate dayîn.

Eyşe Efendî got: "Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hevalên wê, çalakgerên rojiya mirinê bi serkeftî encam bû. Bidawîbûna grevên birçîbûnê yên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat nayê wê walateyê ku berxwedan rawestiya , lê em ê berxwedanê berdewam bikin heta ku rêber Apo azad dibe, em wekî gelê Kobanê çalakvanên grevê spas dikin û çalakiya wan pîroz dikin, bi rihê berxwedana Leyla Guven em berxwedana dayikên Bakurê Kurdistanê yên ji bo zarok û hevalên xwe tê dikoşin zindî dikin û hemêz dikin."

Piştî daxuyaniyê beşdaran diruşmeyên  "Bijî serok Apo, Bijî berxwedana zîndanan" bi dawî bû.

(hh/hk)

ANHA

 


Mijarên Din