Çalakiya konê piştgiriya grevên birçîbûnê didome

Çalakiya konê piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê ku li kantona Şehbayê hatiye vedan, di roja xwe ya 9`an de bi beşdariya bi hezaran şêniyên Efrînê didome.

Çalakiya konê piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê ku ji aliyê Kongreya Star ve li navçeya Ehdas di 16`ê meha Gulanê de hatibû birêxistinkirin, di  roja xwe ya 9’an de didome.

Konê çalakiyê di roja nehemîn de bi beşdariya bi hezaran şêniyên herêma Efrînê, îro jî bi serdana malbatên şehîdan berdewam kir.

Konê çalakiyê bi wêneyên çalakgerên grevê, her wiha çalakgerên ku di zindanên dewleta Tirkiyê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şehîd bûne û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.

Bernameya çalakiyê îro bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê beşdaran li nirxandinên Ocalan ên der barê birêxistinbûna gel li ser bingeha jiyana şoreşgerî de guhdarî kir. Paşê yek ji endamên Malbatên Şehîdan Sireya Hebeş axivî û got: "Em wek malbatên şehîdan piştgiriya têkoşîna Leyla Guven, Nasir Yagiz û hevrêyên wê yên ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Apo li ber xwe didin, dikin.”

Sireya wiha axaftina bi dawî kir: "Em ji bo piştgiriya çalakgerên birçîbûnê amade ne û em ê di birêxistinkirina çalakiyên bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd de berdewam bin."

Têkildarî mijarê yek ji endamên rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Sibhan Hisên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir her wiha rêxistinên navdewletî yên ku îdia dikin ku parastina mafên mirovan dikin, şermezar kir û wiha pê de çû: "Heke rêxistinên ku banga mafên mirovan dikin hebûna, dê tecrîda li ser rêber Ocalan a di zindana Îmraliyê de rabûya."

Di bernameya çalakiya konê piştgiriyê de yek ji endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a şaxê Şehbayê Zekiya Îsmaîl axivî û got: "Em ê bê çare nemînin û heta pêkanîna armancên xwe em ê li ber xwe bidin."

Zekiya di dawiya axaftina xwe silav li Leyla Guven û hevrêyên wê yên di grevê de, bi taybet ên di rojiya mirinê de kir.

Tê payîn ku konê çalakiyê heta saetên êvarê berdewam be.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din