Çalakiya konvedanê ya li dijî tecrîdê li Şehbayê dewam dike

Çalakiya konvedanê ku Kongreya Star bi dirûşma "Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin û neteweya demokratîk mîsoger bikin" a ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, di roja duyemîn de dewam dike.

Çalakiya konvedanê ku li parka navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê pêk tê, bi beşdarbûna şêniyên bajarokê Babinis, Til Şiîr û Ehres ên kantona Şehbayê di roja duyemîn de dewam dike. Qada çalakiyê bi alên Kongreya Star, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankertên "Dîlgirtina rêber Apo, dîlgirtina  tevahî mirovahiyê ye", "Em soz didin  dê sîstema Îmraliyê têk bibin û bi rêber Apo re azad bijîn", her wiha "Azadiya rêber Apo, mîsogeriya neteweya demokratîk e" û "Bi ruhê jinên azad em ê sîstema Îmraliyê têk bibin" hate xemilandin.

Bi sedan şêniyên navçeya Ehrezê û Kampa Serdemê tevî endamên meclîs, deste û saziyên sivîl beşdarî konê çalakiyê bûn û sloganên azadiya rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

Piştî rêzgirtinê rêveberiya Kongreya Star a navçeya Ehrezê Zozan Hac Xelîl tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û wiha axivî: "Armanca dewleta Tirk a dagiker ji dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan, qirkirina gelê Kurd û şikandina vîna wî ye."

Piştre beşdarên çalakiyê guhdarî dengekî rêber Abdullah Ocalan kir.

Her wiha bi navê Yekitiya Jinan a Azad a navçeya Ehrezê Xezal Elo wiha axivî: "Komploya ku beriya 22 salan pêk hat, komployeke dûrî mirovahiyê ye."

Rêvebera Kongreya Star a navçeya Ehrezê Fatma Remedan diyar kir ku ew wek jinên Efrînê dê berxwedana xwe ta bidawîkirina tecrîdê dewam bikin.

Şêniya bi navê Xedîce Xelîl jî wiha got: "Divê em çalakiyên xwe yên li dijî tecrîda li ser rêber Apo dewam bikin. Heta ku rêberê me azad nebe, em azadiyê qebûl nakin."

Her wiha Elîfe Umer wiha axivî: "Rêber Abdullah Ocalan rêya aştî, hezkirin û demokrasiyê hilbijart. Em jî li ser şopa wî ne. Wan xwest bi komployên xwe gelan qir bikin. Lê belê dê şoreşa me bi ser bikeve. Em ê heta azadkirina rêberê xwe û rizgarkirina axa xwe ji dewleta Tirk a dagirker, li ber xwe bidin."

Tê payîn ku çalakî heta roja pêncşemê dewam bike.

(cx)

ANHA


Mijarên Din