Çalakiya Leyla Guven 195, ya rojiya mirinê 22 roj li dû xwe hiştin 

Berxwedana Leyla Guven a çalakiya greva birçîbûnê di roja 195’an de û çalakiya rojiya mirinê ya 15 girtiyan jî di roja 22’yan de didome. Her wiha koma duyemîn a rojiya mirinê di 10’ê Gulanê de li girtîgehan dest bi çalakiya xwe kiribû.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Culemêrgê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

Leyla Guven 195 roj e li mala xwe ya li Amedê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi biryardarî berdewam dike.

Rojiya mirinê di roja 22’yan de ye

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 22`yan de dewam dike. Navên 15 girtiyên di rojiya mirinê de wiha ne: Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ardil Çeşme, Asli Dogan, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk, li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.

Her wiha 15 girtiyên din jî di zindanên dewleta Tirk de 10`ê Gulanê dest bi rojiya mirinê kir. Navên girtiyên ku dest bi rojiya mirinê kiriye wiha ne: Li Girtîgeha Kandirayê Yaşar Cinbaş, Muhammed Înal, Diyadîn Akdemir û Engin Kahraman, li Girtîgeha Boluyê Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren û Mustafa Taştan, li Girtîgeha Patnosê Senar Efe, Burhan Şik, Faysal Atak û Şefîk Kayhan, li Girtîgeha Tekirdagê ya hejmar 1 Reşat Ozdîl, li Girtîgeha Tekirdagê ya hejmar 2 Zekî Bayhan û Yilmaz Yildiz û li Girtîgeha Wanê Saît Ozturk.

Çalakiya Nasir Yagiz 182 roj e dewam dike

Li Hewlêrê berxwedana endamê HDP'ê Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir, di roja 182'yan de dewam dike. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Walsê ya Îmam Şîş di roja 156'yan de didome.

Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil 16'ê Kanûna 2018'an dabû destpêkirin, 157 roj e berdewam dike. Li Londonê Nahide Zengin û Mehmet Sait Yilmaz 69 roj e çalakiya xwe didomînin. Herêm Mehmûd, bi heman armancê li Kelarê ya Germiyanê 87 roj e di greva birçîbûnê de ye. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûnê ya ku di 16’ê Kanûna 2018’an de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya pêşenga çalakiya greva birçîbûnê Leyla Guven dest pê kir, di roja 155'an de berdewam dike. Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Fadîle Tok jî di roja 122'yan de bi biryardariyeke xurt çalakiya xwe berdewam dike.

Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtiyan li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya wan di roja 79'an de berdewam dike.

Çalakiya parlamenterên HDP’ê ya li Amedê

Çalakiya parlamenterên HDP'ê Dêrsim Dag a di 3'yê Adarê de dest pê kiribû û ya Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di 8'ê Adarê de dest pê kiribû, li avahiya HDP’ê ya Amedê berdewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kir û piştre hatin berdan jî çalakiya xwe li malen xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 135 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 126, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 135 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 84 roj e çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'yê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer li malê çalakiya xwe berdewam dikin.

‘Em ê çalakiya xwe berdewam bikin’

Piştî parêzeran di 2'yê Gulanê de li Îmraliyê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî û di 6'ê Gulanê de têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek da, li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku partiyên dewleta Tirk AKP û MHP bi armanca berxwedana li dijî tecrîdê bişikînin, destûr daye ku ev hevdîtin bê kirin û heta bi temamî tecrîd bi dawî nebe dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Çalakiyên fedaî

Li bajarê Krefeld ê Almanya di 20'ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'yê Adarê de li Girtîgeha Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê, Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anî. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek, di 2'yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê, Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê dawî li jiyana xwe anî.


Mijarên Din