Çalakiya Leyla Guven di roja 161'an de didome

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 161 roj e li ber xwe dide.

Berxwedana hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Culemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 161'emîn de didome. 

Li Hewlêrê berxwedana endamê HDP'ê Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê dest pê kir, di roja 148'emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Walsê ya Îmam Şîş di roja 122'yemîn de didome. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ku koma ewil ji 16'ê Kanûna 2018'an dabû destpêkirin, 123 roj e berdewam dike. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya wan di roja 48'emîn de didome.

Çalakiya parlementerên HDP'ê Dêrsim Dag a di 3'yê Adarê de, Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di 8'ê Adarê de dan destpêkirin, dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kir û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 103 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 93, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 101 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 50 roj e di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Greva birçîbûnê li qada navneteweyî didome

Yusuf Îba li Torontoyê 96 roj, Mele Mustafa Tuzak li Duisburgê jî 95 roj, Husên Yildiz 89 roj, Hasbî Çakici 88 roj e di greva birçîbûnê de ne. Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 88 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 84 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 79 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li paytexta Awusturya Viyanayê 72 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 61 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Îngilistanê Londonê 32 roj di gireva birçîbûnê de ne. Her wiha Herêm Mehmut 53 roj, Gulebax Celal 32 roj e di greva birçîbûnê de ne.

Girtiyên li dijî tecrîdê çalakiya fedaî pêk anîn

Li bajarê Krefeldê ê Almanya di 20'ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'yê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anî. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de şehîd bû. Siraç Yuksek, di 2'yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê, Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê dawî li jiyana xwe anî.


Mijarên Din