Çalakiya Leyla Guven gihaşt roja 149’an

Çalakiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 149’an de dewam dike. Leyla Guven çalakiya xwe ya grevê bi awayekî domdar û bê dorveger pêk tîne. 

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 149 roj e çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dike. Leyla Guven di Zindana Amedê de dest bi çalakiya xwe kiribû û piştî ku hate tehliyekirin, di mala xwe de çalakiya xwe berdewam dike.

Endamê meclisa partiyê ya HDP’ê Nasir Yagiz li Hewlêrê çalakiya xwe di roja 136’emîn de didomîne.

Li Strasbourgê 14 kes û li Walsê Îmam Şîş ev 110 roj e çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin. Li Mexmûrê çalakiya endama Meclisa Îştarê Fadîle Tok 76 roj, çalakiya hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya HDP’ê Selma Irmak 80 roj, li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiya Yusuf Îba 83 roj û her wiha çalakiya girtiyên li zindanên Tirkiyê ku di 16’ê Kanûnê de dest pê kiribû, 111 roj li pey xwe hiştin.

Li Amedê jî parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç di avahiya HDP’ê de ji 3’yê Adarê ve çalakiya xwe berdewam dikin.

Çalakiya Sedat Akin ku di Zindana Erzinganê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku hate tehliyekirin, çalakiya li mala xwe ya li Batmanê didomîne. Çalakiya Akin ket roja 89’an. Gurbet Ektîren ku li Zindana Bakirkoy a Stenbolê di 15’ê Çileyê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku di 8’ê Adarê de hate tehliyekirin, çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Dêrik a Mêrdînê didomîne. Ihsan Sinmîş (55) di 1’ê Adarê de li Zindana Silivrî ya Stenbolê dest bi çalakiya xwe kir û piştî ku di 11’ê Adarê de tehliye bû, di mala xwe ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê de çalakiya xwe didomîne. Ferdi Karabay li Zindana Bucayê ya Izmîrê di 1’ê Adarê de dest bi çalakiyê kir û piştî ku di 22’yê Adarê de tehliye bû, çalakiya xwe li mala xwe didomîne.


Mijarên Din