Çalakiya Leyla Guven ket roja 147’an

Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 147 roj e çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dike. Her wiha çalakiya Nasir Yagiz jî ket roja 134’an.

Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Culemêrgê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 147 roj e çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dike. Leyla Guven di Zindana Amedê de dest bi çalakiya xwe kiribû û piştî ku hate tehliyekirin, di mala xwe de berdewam dike.

Endamê meclisa partiyê ya HDP’ê Nasir Yagiz li Hewlêrê çalakiya xwe di roja 134’emîn de didomîne. Her wiha li Strasbourgê 14 kes û li Walsê Îmam Şîş ev 108 roj e çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin.Li Mexmûrê çalakiya endama Meclisa Îştarê Fadîle Tok 74 roj, çalakiya hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya HDP’ê Selma Irmak 78 roj, li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiya Yusuf Îba 81 roj û her wiha çalakiya girtiyên li zindanên Tirkiyê ku di 16’ê Kanûnê de dest pê kiribû, 109 roj li pey xwe hiştin. Çalakiya girtiyan di 1’ê Adarê de li tevahiya zindanan belav bûbû.

Çalakiya Sedat Akin ku di Zindana Erzinganê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku hate tehliyekirin, çalakiya li mala xwe ya li Batmanê didomîne. Çalakiya Akin ket roja 87’an. Gurbet Ektîren ku li Zindana Bakirkoy a Stenbolê di 15’ê Çileyê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku di 8’ê Adarê de hate tehliyekirin, çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Dêrik a Mêrdînê didomîne. Ihsan Sinmîş (55) di 1’ê Adarê de li Zindana Silivrî ya Stenbolê dest bi çalakiya xwe kir û piştî ku di 11’ê Adarê de tehliye bû, di mala xwe ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê de çalakiya xwe didomîne. Ferdi Karabay li Zindana Bucayê ya Izmîrê di 1’ê Adarê de dest bi çalakiyê kir û piştî ku di 22’yê Adarê de tehliye bû, çalakiya xwe li mala xwe didomîne. Sînan Erkiliç jî ku di 1’ê Adarê de dest bi çalakiya xwe kir û piştî ku di 21’ê Adarê de tehliye bû, çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Başakşehir a Stenbolê didomîne.

Her wiha li Amedê parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç di avahiya HDP’ê de ji 3’yê Adarê ve çalakiya xwe berdewam dikin.


Mijarên Din