Çalakiya li dijî sûcên dewleta Tirk a li Reqayê di roja sêyemîn de ye

Çalakiya konvedanê ya li bajarê Reqayê ya li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker di roja xwe ya sêyemîn de berdewam e.

Bertekên jinên bajarê Reqayê yên li dijî  sûc û êrişên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiya li gundê Helincê yê rojavayê Kobanê ku di encamê de 3 jin şehîd bûn zêde dibin.

 Li bajarê Reqayê li hemberî van sûcan konê çalakiyê hatiye venda. Çalakiya konvedanê di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike.

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê, rêveber û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, meclisên herêmê yên xetên bakur û rojava, bi dehan xelk û jinên bajêr tev li bernameyê kon bûn.

Di bin kon de axaftin hatin kirin. Kesên axivîn gotin ew ê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û dewleta Tirk ji nasnameya siyasî ya jinan tune bike, jinan dike armanc.

Her wiha destnîşan kirin ku rêya azadiyê ew ê her berdewam be û dê firkirê artêşa Tirk hilweşîne.

Beşdaran şehadeta Sakîna Cansis û hevrêyên wê bi bîr xistin û gotin ku ev hovîtiya dewleta Tirk û hedefgirtina jinan, êrişên li herêmên Bakurê Sûriyê û şehadeta hevala Hevrîn Xelef de nîşan dide.

Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk di sexes jinê de hewl dide îradeya gelan bişîne. Piştî axatinan, sînevîzyoneke der barê berxwedana şervanên YPJ'ê û rewşa jinan a ji ber zilma DAIŞ'ê de hate pêşandan.

(eh)

ANHA


Mijarên Din