Çalakiya li Şehbayê derbasî roja 10‘an bû

Çalakiya konvedanê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê îro bi tevlibûna bi dehan ji şêniyên navçeya Ehres û Kampa Berxwedan derbasî roja xwe ya 10`an bû.

Kongreya Star a Kantona Efrînê di 16`ê Gulanê de ji bo piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê çalakiya konvedanê da destpêkirin.
Konê çalakiyê bi wêneyên çalakgerên grevên birçîbûnê yên ku di girtîgehên Tirkiyê de şehîd bûne, Leyla Guven û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan hatiye xemilandin.
Çalakiya îro bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre beşdaran qeyda deng a Abdullah Ocalan girêdayî birêxistinkirina gel li ser bingeha jiyana şoreşgerî guhdar kirin.
Piştî wê endama Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Ehdasê Emel Mihemed, endama Kongreya Star a kampa Berxwedan Leyla Îbiş û endama Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Ehresê Hemîde Efrîn axivîn û berxwedana Leyla Guven û tevahiya çalakgerên grevên birçîbûnê di zîndanên Tirkiyê desilav kirin.
Kesên axivîn gotin, berxwedana dîrokî ya têkoşer Leyla Guven û hevalên wê li dijî dagirkeriya Tirk bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de hatin nivisandin.
Axaftvanan soza şopandina rêya Leyla Guven û hevalên wê, heta rakirina tecrîdê dan.
Paşê beşdarên çalakiya konvedanê dengê Leyla Guven guhdar kir. Leyla Guven di qeyda dengê de ji cîhanê re berdewamkirina hemleyê heya bidawîkirina tecrîdê tekez dike.
Piştre belgefîlmek girêdayî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşandan. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din