‘Çalakiya me nameya redkirina siyaseta faşîst û piştgiriya çalakgerên grevê ye’

Beşdarên konê çalakiyê destnîşan kir ku çalakiyên wan piştgiriya berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê ye. Her wiha tekez kir ku çalakiya wan nameya redkirina siyaseta faşîst û piştevaniya çalakgerên grevê ye.

Ji bo piştgirî û piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê, Kongreya Star a bajarê Helebê di 5’ê Gulanê de bi beşdarbûneke girseyî ji şêniyên taxê, çalakiyek bi dirûşma "Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin û neteweya demokratîk ava bikin" li dar xist.

Beşdarên di çalakiyê de ji ajansa me ANHA’yê re armancên lidarxistina vê çalakiyê destnîşan kirin. Di vê derbarê de Zeyneb Elî yek ji beşdarên çalakiyê ye, wiha got: "Beşdarbûna vê çalakiyê ew e ku piştgiriya hemleya parlamenter Leyla Guven a rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan û têkbirina faşîzmê bikin. Ji ber sekinandin û destgirêdan ne ji çanda me ye. Ji lew re em ê çalakiyên xwe berdewam bikin û li hember bêdengiya navdewletî û cîhanê der barê binpêkirinên dagirkeriya Tirk de, bisekinin."

Zeyneb da zanîn ku Leyla Guven sembola jinên azad e, wekî Sekîne Cansiz, Arîn Mîrkan û Barîn Kobanê û wiha domand: "Pejirandina tecrîda li ser rêber Ocalan û mayîna wî di girtîgeha Îmraliyê de, şermeke mezin e."

‘Çalakî nameya redkirina siyaseta faşîst e’

Beşdara bi navê Nezîra Hesen Îbrahîm destnîşan kir ku jinên taxê piştgiriya hemleya Leyla Guven û berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin. Her wiha diyar kir ku çalakiya wan a îro nameya redkirina siyaseta faşîst a ku li dijî mafên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin e.

Nezîra Hesen Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê yên li girtîgehê û derve, pîroz kir. Her wiha soza berdewamkirina têkoşîn û beşdariya çalakiyên ku tên lidarxistin, heta bidestxistina daxwazên berxwedêran da.

Ji aliyê xwe ve Fatme Mistefa tekeziya piştgiriya bi Leyla Guven, Nasir Yagiz û hevrêyên wan re da û wiha axivî: "Ji erka me ye ku li ser rêça wan bimeşin ku bûne pêşengên gelan."

Fatme Mistefa wiha bi dawî kir: "Çalakiyên me berdewam in û hêviya me azadiya rêbertî ye."

(fr)

ANHA


Mijarên Din