Çalakiya mertalên zindî bi beşdariya jinan berdewam e

Çalakiyên mertalên zindî yên li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bajarê Girê Spî di roja heftan de berdewam in.

Di roja heftan a çalakiya mertalên zindî de bi sedan jinên hemû pêkhateyan beşdarî konê çalakiyê bûn û gefên Tirkiyê yên li ser civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin. Tê zanîn ku konê çalakiyê li taxa Minbetih a li beramberî sînorê Sûriye-Tirkiyê hatiye vedan.

Seroka Buroya Meclisa Jinên Sûriyê ya şaxê Girê Spî Şemis Sîno, rêvebera Kongreya Star Dîlan Hesen, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Mihemed axivîn. Kesên axivîn, gefên Tikiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkirina hêzên leşkerî li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê red kirin.

Axêveran bêdengiya navdewletî ya beramberî siyaseta Tirkiyê şermezar kir û diyar kir ku ew naxwazin Tirkiye wekî ku li Efînê komkujî, wêrankirin, revandin û diziyê pêk tîne, li herêmê jî dubare bike.

Jinan destnîşan kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeh û rêgezên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ku banga azadiya jinan, îslama demokratîk, biratî û jiyana hevbeş dike, hatiye avakirin.

Jinan got: "Di şerekî muhtemel de jin dê bibin qurbaniyên hemû siyasetan, ji ber vê yekê divê em li dijî gefên li hemberî me yekrêz bin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şêniyên Girê Spî û şêniyên kantona Kobanê ji 18`ê Tîrmehê ve, mertalên zindî li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê çêkirin da ku gefên Tirkiyê û komkirina hêzê li ser sînor şermezar bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din