Çalakiya mertalên zindî di roja 7’emîn de ye

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê çalakiyên mertalên zindî li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê li dijî gefên Tirkiyê yên êrîşkirina li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê didomînin.

Çalakiyên mertalên zindî li gundên Qeremox û Ziyaretê da ku gefên Tirkiyê red bikin, dest pê kir.

Bi amadekariya leşkerî ya ji hêla dagirkeriya Tirkiyê li ser sînor ji topavêj û çekên giran, çalakiyên mertalên zindî dest pê kir.

Daxuyaniyên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Til Rifat û Girê Spî yên li xaka Sûriyê, rastî redkirina girseya gel hatin. Ji lew re bi hezaran şênî da ku gef û bêdengiya civaka navdewletî şermezar bikin, dest bi çalakiyan kir.

Çalakiyên mertalên zindî dûrî bi sedan metre ji baregehên leşkerî yên dagirkeriya Tirk û bajarê Cerablusê yên dagirkirî ne. Xwepêşandaran pankartên bi nivîsên "Silavkirina berxwedana gelan" hildan û dirûşmên redkirina dagirkeriya Tirk berz kirin.

Duh meşeke girseyî li nêzî baregeha Xirab Eşk ji baregeha sereke ya Koalîsyona Navdewletî li Sûriyê ya li başûrê kantona Kobanê ye, pêk hat. Di meşê de bang li civaka navdewletî û nexasim dewletên beşdarî koalîsyonê ne, da ku helwestên xwe der barê gefên Tirkiyê de eşkere bikin, hat kirin.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din