Çalakiya mertalên zindî li Kobanê û Girê Spî berdewam e

Çalakiya mertalên zindî li her du kantonên Kobanê û Girê Spî li ser sînorên Sûriyê-Tirkiyê berdewam e.

Şêniyên kantona Girê Spî di roja 21`an de çalakiya mertalên zindî li ser sûnorên kantonê bi Tuirkiyê re ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar xistin. Çalakî berdewam e.

Bi dehan çalakger di bin her du konên ku li taxa El-Munbetih rojavayê bajarê Girê Spî li hember sînorên Sûriyê-Tirkiyê tekez dikin ku ew gefên Tirkiyê li dijî kantona xwe red dikin.

Îro  şêniyên bajêr ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Ermen û Turkman her yek bi cilên xwe yên gelêrî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de hevseroka komîteya girêdayî meclisa kantona Girê Spî Fedye Şerîf axivî û gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Fedye wiha domand: "Em çalakiya xwe bi şev û roj heya roja me ya îro didomînin. Em dewleta Tirk a dagirker û vejandina dewletek Osmanî nû red dikin."

Fedye dewleta Tirk muxeteb girt û got: "Ev axa me ye û axa bav û kalan e. me bi xwîna ciwanên xwe rizgar kir û xwîna wan vala naçe. Em dixwazin ji cîhanê re isbat bikim ku em ne aşiqê çek û mirinê ne. em aştîxwaz in."

Endama Kongreya Star Mehe Mihemed axivî û destnîşan kir ku ciwanên herêmê bi axa xwe ve girêdayî ne û dagirkeriya Tirk qebûl nakin.

KOBANÊ

Çalakiya mertalên zindî ya li gundê Qere Moxê li rojhilatê bajarê Kobanê li dar ketiye di roja xwe ya 22`an de bi tevlibûna bi dehan şêniyan didome.

Bi dehan ji şêniyên navçeya Sirîn başûrê bajarê Kobanê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de endamê rêveber ê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk a navçeyê Zêdan Heqî axivî û got ew nahêlin tu hêzeke dagirker derbasî axa wan bibin û tekez kir ku pêkhateyên herêmê dê bi yekrêzî li hember gefên Tirkiyê bisekinin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din