Çalakiya mertalên zindî ya Girê Spî di roja 7`an de berdewam e

Şêniyên kantona Girê Spî çalakiya mertalên zindî li ser sînorên Sûriyê-Tirkiyê di roja 7`an de berdewam dikin.

Îro nûnerên Rêveberiya Herêma Firatê serdana çalakiya konvedanê ya li kantona Girê Spî kirin, li rex şêniyan sekinîn û piştgiriya wan kirin.

Di çalakiya ku di roja xwe ya 7`an de ye hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismaîl axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û got: "Em berxwedan û têkoşîna we silav dikin. Bi hevgirtina we dê tevahiya komployên dagirkeriya Tirk pûç bibin."

Piştre cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û destnîşan kir ku neviyên Osmaniyan ji nimuneya demokratîk û hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirsin.

Şahîn wiha domand: "Em destê aştiyê ji hemûyan re dirêj dikin. Lê dema şer hat û êrîşî xak û destkeftiyên şehîdan bû, wê demê em bêdeng namînin. Em dê xwe li hember her gefekê biparêzin."

Tê payîn ku çalakiyên konvedanê yên mertalên zindî bê navber bidome û dê şandeyên cuda ji herêmên Firat û Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bibin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din