Çalakiya mertalên zindî ya li Girê Spî bi hemû hêza xwe didome

Çalakiya mertalên zindî ya li Girê Spî di roja xwe ya 36‘an de didome. Di çalakiyê de hate gotin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya QSD‘ê ewle ne ku zarokên pêkhateyên herêmê ne.

Bi beşdarbûna dehan şêniyên Girê Spî, çalakiyên mertalên zindî ku li taxa Munbetih a hember sînorê Tirkiyê di roja 36‘an de didomin.

Di çalakiyên îro, Hevserokê Hevgirtina Rewşenbîran a kantona Girê Spî Mihemed Eyaş axivî û wiha got: "Îro di bin konê mertalên zindî de em lihev dicivin da ku gefên Tirkiyê ji herêmên me re şermezar bikin û hemû komkujiyên Osmaniya li ser Ermen û Kurdan û siyaseta wan a qirêj li dijî gelê Ereb bînin bîra her kesî. Tişteke nine ku bihêle em dagirkeriya Tirk qebûl bikin."

Eyaş destnîşan kir ku ew gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga şer nakin, lê belê aştîxwaz in û wiha got: "Bes e ji azaran re, em hemû bira ne û tu cudahî di navbera pêkhateyên Bakurê Sûriyê de tune ye."

Eyaş di dawiyê de wiha got: "Em li vir in da ku gefên Tirkiyê şermezar bikin, herêmên me ewle ne û tu pêwîstiya me bi herêma ewle tune ye. Dagirkeriya Tirk îdîa dike ku terorîst li vir hene, lê belê ew zarokên me ne, QSD, YPG, YPJ û parastina herêmê dikin."

Çalakiyên mertalên zindî li Girê Spî ku di 18`ê Tîrmehê de dest pê kir, didome."

(jo)

ANHA


Mijarên Din