Çalakiya mertalên zindî ya li Serêkaniyê bi dawî bû

Çalakiya mertalên zindî ya li Serêkaniyê ya kantona Hesekê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Çalakgeran teqez kirin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê mezintir bikin

Li bajarê Serêkaniyê yê kantona Hesekê ji bo redkirina gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser sînorê Sûriyê – Tirkiyê konê çalakiyên mertalên zindî hatibû vedan. Çalakî 19 rojan bênavber dewam kir û rojane bi tevlîbûna bi sedan şêniyên herêmên Cizîrê, di nav de endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî çalakî dewr dihat girtin.

Îro jî çalakerên mertalên zindî bi daxuayniyekê ji raya giştî re  dawî li çalaiya mertalên anîn., Daxuayanî bi beşdariya sedan ji şêniyên Serêkaniyê, navçeyên Zirgan û Til Temirê hate xwendin.

Çalakgeran li qada çalakiyê kom bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ, YPG, Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD), her wiha pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re" û" Xak û rûmeta xwe biparêzin û DAIŞ û dagirkeriyê têk bibin" hilgiritin.

Daxuayanî ji aliyê rêvberên komîteya amadekar a konê çalakiyê Sebah Osman bi zimanê kurdî û hevserokê Kantona Hesekê Ebdullxenî Oso bi zimanê erebî ve hate xwedin.

Daxuyanî wiha:"Di pêvajoya 8 salên derbasbûyî de, rewşeke awarte û zehmet bû, gelê herêmê li ser destên çekdar û hêzên terorîst gelek êş û azar kêşandin. Hêzên behsa mijarê, di serî de dewleta Tirkiyê ku destekê dide van koman, hewldana veguhartina herêmê dikin, di heman demê de dîroka berî 500 salî dubare bikin û xewna Osmaniyan pêk bîne.

Rewşa ku îro Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, ji kuştin û guhartina dîmografiya herêmê, encamên siyasta dewletên herêmî ne û di serî de hikumeta Tirkiyê.Mînaka vê yekê jî destpêka Şoreşê ne ji çareseriya aloziya Sûriyê destwerdan kir, tam berevajî vê yekê û destek da hêzên terorîst ên wekî Cebhet El-Nusra, DAIŞ, hêzên veşartî û tarî.

Beramberî kiryarên terorîstan YPG, YPJ û QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê têk birin û aramanî û ewlehî li herêmê misoger kirin, her wiha Rêveberiya Xweser ku nûnertiya Neteweya Demokratîk, biratiya gelan, jiyana hevbeş û azadiya jinê dike, siyaseta xwegihandina civaka azad kir bingeh û li hemû saziyên Rêveberiya Xweser û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî, li ser vî esasî hemû pêkhateyên herêmê bi zimanê dayîka xwe nexşeke xêz kirin.

Em jî wekî gelê herêma Cizîrê li dij hermû gefên dagirkeriyê rawestiyan, nîşana vê yekê jî vegirtina konên çalakiyên mertalên zindî ne ku ji hemû pêkhateyên beşdarî vî konî bûn û xelekên mertalên zindî çêkirin, li ser vî esasî çalakî 19 rojan dewam kir û niha jî li dijî gefan em ji bilintkirina asta têkoşîn û berxwedanê re amande ne.

Bi navê hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û dewletan dikin ku sînorekî ji van gefan re deynin. Ji sedê salan ve em li ser vê xakê dijîn û hebûna me li ser dewletên cîran metirsiyê çênake, em ne terorîst in berevajî vê yekê em şerê terorîstên li herêmê dikin û di têkbirina wan de canê xwe didin."

Daxuyanî bi sloganên"Bijî Rêber Apo" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar