Çalakiya piştgiriya greva birçîbûnê ya Ehdasê di roja çaremîn de didome

Li navçeya Ehdas a girêdayî kantona Şehbayê çalakiya piştgiriya greva birçîbûnê ya bi slogana "Bi berxwedana zindanan em ê bi ser bikevin û em ê azadiya rêber Apo mîsoger bikin" di roja xwe ya çaremîn de didome.

Bi dehan endam û rêveberên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Efrînê beşdarî konê çalakiya greva birçîbûnê bûn ku li navçeya Ehdas a girêdayî kantona Şehbayê hatiye vedan.

Beşdaran di roja çaremîn a çalakiyê de piştgiriya xwe ji çalakgerên greva birçîbûnê re tekez kir.

Bernameya çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê seroka Desteya Jinan Zelûxa Reşîd axivî û têkoşîna di zindanên Tirkiyê de û hemû cîhanê tê meşandin silav kir.

Zelûxa di dawiya axaftina xwe de girîngiya fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di aliyê azadkirina jinan ji zordarî û tundiyê de, her wiha rizgarkirina jinan ji hişmendiya baviksalar a di civakên Rojhilata Navîn de tekez kir.

Piştî bidawîkirina axaftinan beşdaran li nirxandinên Ocalan ên der barê girîngiya rêxistina li ser bingeha jiyana têkoşer û şoreşgerî, her wiha li axaftina Leyla Guven a der barê têkoşînê de ku tê de israra der heqê berdewamkirina çalakiya greva birçîbûnê de heta rakirina tecrîda li ser Ocalan tekez dike, guhdarî kirin.

Bernameya çalakiyê di roja çaremîn de bi semînerekê ji aliyê yek ji endamên Meclisa Kantona Efrînê Mele Hisên ve ku der heqê jiyan û berxwedana Ocalan de bû, berdewam dike.

Bernameya çalakiyê di roja çaremîn de bi semînereke der barê jiyan û berxwedana Ocalan de ku ji aliyê yek ji endamên Meclisa Kantona Efrînê ve hate dayîn, didome.

Tê payîn ku bernameya çalakiyê heta saetên êvarê berdewam be.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din