Çalakiya pêşengeha Herekol di roja xwe ya duyemîn de berdewam e

Çalakiyên pêşangeha pirtûkan di roja xwe ya duyemîn de bi awayekî berbiçav, ji aliyê şêniyan û kesên guhdanê bi xwendinê dikin ve berdewam e.

li Hola Zana ya bajarê Qamişlo bi slogan "Civaka dixwîne, civaka ku bi pêş dikeve" û bi beşdariya 34 sazî û weşanxaneyan çalakiya pêşangeha pirtûkan di roja xwe ya duyemîn de berdewam dikin. 

Di pêşangehê de 113 hezar pirtûk hatin pêşandan û ji 8 hezar û 500 sernavî û ji bi hemû zimanan hate pêkanîn.

Pirtûk ji hemû cureyên siysasî, dîrokî, civakî, olî, leşkerî, felsefe, zanistî, folkor, roman, herêmî û cîhanî hatin pêşandan.

Çalakiya pêşangehê di roja duyemîn de ji aliyên şêniyan û kesên gudanê bi xwendinê dikin xwedî pêşwaziyeke berbiçav e.

Di vê derbarê de mêvanan di nava weşanxaneyan û buroyên ku pirtûk di pêşangehê de pêşandine de geriyan.

Hate zanîn ku serdanan bal kişandin ser pirtûkên çandî û wêjeyî.

Bernameya Pêşangeha Herekol a Sêyemîn dê 5 rojan dewam bike û ji saet 10:00’an heta 13:00`an û ji saet 17:00’an heta 21:00’an vekirî be. Tê zanîn ku diyalogên girêdayî wêjeyê dê werin lidarxistin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din