Çalakiyên bîranîna şehîdên 12`ê Adarê didomin

Bi boneya salvegera 16`an a serhildana Qamişlo û ji bo bîranîna şehîdan, îro maçek di navbera tîmên Ehlê Şehba ya pêkhateya Ereb û tîma Avesta ya pêkhateya Kurd de li stada gundê Babnisê li kantona Şehbayê lidar ket.

Bi boneya salvegera 16`an a serhildana Qamişlo û ji bo bîranîna şehîdan, îro maçek di navbera tîmên Ehlê Şehba ya pêkhateya Ereb û tîma Avesta ya pêkhateya Kurd de li stada gundê Babnisê li kantona Şehbayê lidar ket. Beriya maç destpê bike û piştî deqeya rêzgirtin, bi navê Desteya Ciwan û Werzîşê û Yekitiya Werzîşê Mihemed Wês axivî û got: "Bûyerên ku li Qamişlo di 2004`an de rû dane, komployek bû û bi destên kirêt pêk hatin. Bi rêya wê xwestin tevliheviyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de biçînin. Ev sînaryo îro li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dîsa dubare dibe. Lê vê carê planker artêşa Tirk a dagiker e. Lewra wek bersîvekê li dijî komplogeran me ev maç di navbera tîmên Ereb û Kurd de ji bo bîranîna şehîdên Qamişlo û ji bo ku em isbat dikin ku biratiya gelan di dawiyê de biser dikeve, lidar xist."

Bi dehan şêniyên herêmê û nûnerên meclisên kantonên Şehba, Efrîn û Yekitiya Êzidî li maç temaşe kirin.

Di dawiya maçê de her du tîm mîna hev nuqte girtin.

(şx)

NAHA


Mijarên Din