Çalakiyên danasîna çand û dîroka Reqayê bi dawî bû

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê rezeçlakiyên çandî bi semînerên din li ser dîroka bajarê Reqayê û çanda danûstandinan bi dawî kir.

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê bi armanca ku balê bikşîne ser dîroka herêma Reqayê, bi dirûşmeya " Reqa di nava dema borî û dema niha de " rêzeçalakiyên çandî  li dar xistibû. Di çalaiyên ku sê rojan dewam kir de semîner li ser dîrok, çand û şarestaniya herêma Reqayê hatin dayîn û pêşengehek wêneyên Reqayê hate vekirin.

Di roja 3‘yemîn a çalekiyê de du semînerên din bi dawî bû. Semînera yekemîn bi navê

 "Çand danûstandinan" ji aliyê lêkolîner Hisên Mirî û ya  duyemîn bi navê "Dîroka bajarê Reqayê" bûn.

Endamê Komîteya Çand û Şînwaran û Mûdirê Navenda Çand û Hunerê Ziyad El-Hemed axivîn û gotin"Piştî salan ji pişaftina çanda herêmê, em niha hewl didin bi hemû keda xwe tevgera çandê vejînin."

El-Hemed diyar kir ku çalakiyên wan ên bi vî rengî dê berdewam bin.

ANHA


Mijarên Din