Çalakiyên greva birçîbûnê di qonaxa xetereya jiyanî de ne

Bijîşkên ku rewşa çalakvanên çalakiyên gereva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger dişopînin, destnîşan kir ku rewşa çalakvanan bir rîskên mezin re rû bi rû ye. Her wiha hate diyarkirin ku heke bergiriyên pêwîst neyên girtin, dê pirsgirêkên giran ên tenduristiyê derkevin holê.

Li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê bi hezaran çalakvanên greva birçîbûnê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dikin. Bijîşkên ku rewşa çalakvanan dişopînin, ji ajansa me ANHA’yê axivîn.

Serokê Odeya Bijîkan a Amedê Dr. Mehmet Şerîf Demîr destnîşan kir ku rewşa tenduristiya Leyla Guven dikeve qonaxeke krîtîk ku ev 164 roj e çalakiya xwe berdewam dike û îşaret pê kir ku der barê çalakvanên girtî yên li zindanên Tirkiyê de nikarin agahiyên berfireh wergirin. Girtiyên behslêkirî 126 roj e di grevê de ne.

Rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven bi rîsk e

Bijîşk Mehmet Şerîf Demîr got dema ku cara dawîn çûne serdana Leyla Guven, dîtine ku êdî semptomên wekî westiyana hişî (têgihîştinê) û jibîrkirina agahiyên nû derketine holê. Her wiha Demîr diyar kir ku şikayetên wekî nerehetbûna ji ronahiyê, serêşa ku qet bi dawî nabe û dîtina şolî dewam dikin.  

Demîr der barê rewşa Leyla Guven de wiha got: “Tê dîtin ku di pergala masûlke-îskeletê de krampên demdirêj û êşên domdar hene. Rojane fişara xwînê, ateş û rehjenê (nebz) tên pîvandin û derket holê ku nirxên tansiyonê daketî ne. Ji ber nexwarinê, di pergala mîde-rûviyan de şîkayetên zêde hene. Bi ser van şikayetan de jî birînên nava devî hene. Ev rewş ji bo xwarin-vexwarina wê dibe pirsgirêkeke dubare û pergala wê ya parastinê qels dibe û ji bo enfeksiyonan rewşeke xeternak derdikeve holê.”

Demîr destnîşan kir ku her çend hejmar bi zelalî neyê zanîn jî, li gorî derketiye çapemeniyê ji 5 hezarî zêdetir girtî ketine greva birçîbûnê û nahêlin ku bijîşk û şandeyên serbixwe zindanan ziyaret bikin û bi rewşa girtiyan bizanin. Demîr got der barê rewşa tenduristiyê ya girtiyan de agahiyên pêbawer nayên wergirtin, bi tenê ji agahiyên ji parêzer û xizmên girtiyan tên wergirtin, rewşa girtiyan tê şopandin.

Di zindanan de vîtamîna B1 nadin

Bijîşk Demîr got li gorî agahiyên ji parêzer û malbatên girtiyan wergirtine, pirsgirêkên cidî di rewşa girtiyan a tenduristiyê de derketine. Demîr wiha pê de çû: “Pirsgirêkên cidî yên wekî qelsbûna laşî, betilîn, westiyan, bi zorê meşiyan, xirabûna dîtinê, daketina tansiyonê, êşên geh, masûlke û ser, dilxelîn û vereşîn, bêxewî, hesasiyeta ji bo deng û xirecirê derketne holê. Nemaze girtiyên ku di destpêke de dest bi çalakiya greva birçîbûnê  kiriye, bi awayekî zêde zikê wan diêşe, spazma masûlkeyan derbas dikin û îzhala wan bi xwîn bûye. Ev yek jî nîşan dide ku qonaxa xeternak derbas bûye. Her wiha agahî hene ku li hin zindanan vîtamîna B1 nayê  dayîn, xwarina av, xwê û şekirê ne bi rêk û pêk e û li hin deran kêm e û hin çalakvan jî di hucreyên yekkesî de tên girtin ku ev rewşeke pir xeternak e. Tê zanîn ku kêmasî û nebirêkûpêkbûna xwarin-vexwarina av, xwê, şekir û hwd û nexwarina vîtamîna B1 û bêtevgerî, dibe sedem ku birînên ji ber nivînan çêbin û qonaxa ber bi mirinê ve diçe, lezgîntir bibe.”

Jarbûna laşî dewam dike

Demîr diyar kir ku birçîbûna demdirêj li ser hemû pergalên di laşê mirovan de bandoreke neyînî dike û wiha got: “Roj bi roj jarbûna (qelsbûn) laşî jî  zêde dibe. Heke îndeksa laş-girseyê bikeve bin 15’an, tê wê wateyê ku êdî di qonaxa krîtîk de ne û nîşan dide ku êdî dê zirar ji pergala îskeletê derbasî organan bibe. Îndeksa laş-girseyê ya Leyla Guven niha nêzî 19’an e. Ev nîşan dide ku pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dest pê kirine. Xisara mayînde ya li organan dibe, dibe sedema nêzîkbûna mirinê û her wiha piştî ku greva birçîbûnê bi dawî  bibe jî dê pirsgirêkên tenduristiyê dewam bikin.”

‘Bila mirin na, jiyan bi ser bikeve’

Dr. Mehmet Şerîf Demîr bang li her kesî kir ku bi berpirsyarî û hestyarî tev bigerin, bang kir ku bêyî ku çalakiya greva birçîbûnê bibe sedema mirinan bi dawî bibe û wiha got: “Em hêvîdar in ku vê carê mirin na, jiyan bi ser bikeve.”

Nasir Yagiz 2 şev e nikare rakeve

Nasir Yagiz 152 roj e çalakiya xwe ya greva birçîbûnê  berdewam dike. Bijîşka Nasir Yagiz Durê Mihemed Urun got rewşa Yagiz ketiye pêvajoya birîsk û 20 kîlo daye.

Dr. Durê Mihemed Urun diyar kir ku dîtina Nasir Yagiz xira dibe û guhê wî yê çepê fonksiyona xwe ya bihîstinê winda dike û wiha axivî: “Bi zorê  diaxive. Ji hêla hişî ve agresîfi heye. Çalakiya wî bandoreke zêde li pergala sinîran kiriye. Bi tu awayî dermanan qebûl nake. Bêxewî pir zêde bûye. Ev 2 şev e nikare rakeve. Xwîdan jî bi heman awayî heye. Heta niha 20 kîlo daye.”

Bila guh bidin daxwazan

Urun diyar kir ku ji ber ku rewşa Yagiz giran bûye, zêde nikare serdanan qebûl bike û got rewşa wî gihîştiye qonaxeke xeternak. Urun banga erêkirina daxwazên çalakvanan kir û got ji bo ku şehadet pêk neyên, divê ev daxwaz demildest bên guhdarkirin.

Pirsgirêkên tenduristiyê yên çalakvanên Strasbourgê zêde dibin

Çalakiya greva birçîbûnê ya 15 kurdistaniyên ku li bajarê Fransayê yê Strasbourgê ya ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de roja 125’an de ye.

Pisporê dahîliyeyê Dr. Fahrettin Gulşen rewşa dawîn a çalakvanan nirxand.

Dr. Fahrettin Gulşen diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên çalakvanan roj bi roj zêde dibin û wiha got: “Nîşaneyên kardiyak zêde dibin û ev nîşane jî wek xirabûna rîtma dil û tansiyona kêm xwe nîşan didin û zêdebûna rehjenê jî pê re heye. Her wiha sergêjbûn, di rûviyan de kombûna gazê, xwînbûna rûviyan, xwînbûna hemoroîdên li anûsê û îzhal zêde bûye. Nîşaneyên pergala urîner jî bi piranî wek çêbûna enfeksiyonê derdikeve holê. Ev rewş jî rîskeke zêde ji bo gurçikan çêdike. Bo nimûna çalakvanê bi navê Kerem Solhan, rîska xwe ya jiyanî zêde ye. Di nav nîşaneyên pergala bêhngirtinê de jî enfeksiyona pergala bêhngirtinê ya jorîn bale dikêşe. Ev yek jî dibe sedema bronşît, bêhnfişkî û edabgirtina fişikê û ev yek jî rîskeke cidî ya jiyanî ye. Bi çalakvan Mustafa Sarikaya û Yuksel Koç re jî ev rîsk heye.”

 Jarbûna zêde dibe sedema pirsgirêkên giran

Jarbûna zêde ya çalakvanên ku 125 roj in li Strasbourgê di  greva birçîbûnê de ne, rîskeke jiyanî ya mezin derdixe holê. Gulşen der barê jarbûna çalakvanan de jî ev agahî dan: “Dîlek Ocalan 21, Nîlgun Başaran 20 kîlo û çalakvanên din jî bi gelemperî 18 kîlo daye. Li Wallsê Îmam Şîş 21 kîlo, li Almanyayê Mustafa Tuzak 20 kîlo, Omer Bagdu û Cemal Kobanê 17 kîlo, li Kanadayê Yusuh Îba 18 kîlo, li Hollandayê Huseyin Yildiz û Hasbî Çakici 15 kîlo, li Îtalyayê Erol Ozdemîr 8 kîlo, li Cinevê Mehmet Alî Koçak 15 kîlo daye û li Awusturyayê Şivan Agaoglu û Sultan Saît jî di roja 36’an de ne û li gorî rojên xwe kîloyeke zêde daye û di rojên pêş de rîska jiyanî dibe ku zêde bibe.”

Hemû çalakvanan pirsgirêkên xwe yên norolojîk hene

Fahrettîn Gulşen got xirabûna hevsengiyê di hemû çalakvanan de xwe dide der û got çalakvanan bi zorê radikin ser pêyan û bi rê ve diçin û wiha pê de çû: “Heta ku alîkariya hinekan nebe,nikarin ji nav nivînan derkevin. Hesasiyeta ji bo ronahiyê û şolîbûna dîtinê gelekî zêde bûye. Ev jî ji ber kêmasiya vîtamîna A çêdibe. Kardo Bokanî, Kerem Solhan û Ayvaz Ece ji ber vê rewşê gelekî bandor lê bûye. Hesasiyeta zêde ya ji bo bêhnê hema bêja di hemû çalakvanan de xuya dike. Ev jî bi xwe re dilxelîn û vereşînê tîne. Ev yek çalakvanan dide zorê. Ji ber vê rewşê herî zêde bandor li Kardo Bokanî û Mustafa Sarikaya bûye. Êşa masûlkeyan ku ji stû dest pê dike û dikeve serî, bandorê li hemû çalakvanan dike. Ev êşa masûlkeyan herî zêde di Gulistan Îke de tê dîtin. Ev bûye sedem ku Gulistan Îke mehkumî nivînan bibe.”

Ev 3 hefte ye hemû çalakvan bi pirsgirêka xewê re rû bi rû ne. Rojê 2-3 saetan radikevin. Ev jî dibe sedema westiyan, serêş, krampên masûlkeyan û rîskên giran. Her wiha di bihîstinê de jî pirsgirêkên giran çêbûne û rêjeya bihîstinê kêm bûye.”

Çalakvan tedawiyê qebûl nakin

Dr. Fahrettin Gulşen îşaret pê kir ku heke pirsgirêkên derketine holê neyên çareserkirin, dibe ku bibin sedem ku çalakvan ji organên xwe bibin û rîska jiyanî derkeve holê. Gulşen got çalakvan rojane vîtamîna B1, av, xwê, karbonat û şekir dixwin, lê belê ji xeynî van tiştekî din qebûl nakin û tedawiyê red dikin.

Divê Konseya Ewropayê û CPT guh bide daxwazan

Gulşen diyar kir ku ji hefyeta 3’yemîn ve ji hemû sazî û dezgehên tenduristiyê re nameyek şandine û xwestine tenduristiya çalakvanan li cihê xwe were çavdêrkirin lê belê heta niha bersiveke cidî hilnedane.

Dr. Fahrettin Gulşen bang li saziyên tenduristiyê yên navneteweyî kir ku rewşa tenduristiyê ya çalakvana li cihê xwe çavdêrî bikin û wiha bi dawî kir: “Êdî çalakvanên greva birçîbûnê ketine rewşeke xeternak a jiyanî. Heke di sala 2019’an de li navenda Ewropayê mirov ji ber daxwazeke masûmane dimirin, ev yek ji bo demokrasî û hiqûqa Ewropayê cihê şermê ye. Di serî de CPT û Konseya Ewropayê, em bang li hemû saziyên Ewropayê  dikin ku demildest guh bidin daxwazên çalakvanan.

ANHA 


Mijarên Din