Çalakiyên Hefteya Çandî li Şehbayê berdewam in

Çalakiyên Hefteya Çandî ya ku Tevgera Kevana Zêrîn ya herêma Efrînê dabû destpêkirin di roja duyemîn de bi pêşendana berhemên hunerî û pêşengeha karên destan didomin.

 Bi dehan şêniyên Kampa Veger û navçeya Şêrawa tev li çalakiyên roja duyemîn a Hefteya Çandî bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Tevgera Kevana Zêrîn Şirîn Reşîd axivî û behsa jiyana têkoşer Zîlan kir.

Piştre Koma Şehîd Ruhînda ya zarokan û Koma Şehîd Berçem berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin. Her wiha karên destan ên jinan ku çanda kurdî rave dikin hatin pêşendan.

Koma Şehîda Barîn şanoyek girêdayî tundiya li dijî jinê, Koma Viyan Soran berhemên xwe yên girêdayî dîlana gelêrî pêşkêş kirin.

Di dawiyê de beşdaran xelekên govendê gerandin.

Çalakiyên mihrîcanê dê sibe li navçeya Til Rifetê berdewam bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din