Çalakiyên mertalên zindî berdewam dikin

Çalakiya mertalên zindî ya li bajarê Serêkaniyê ya li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê di roja 17‘an de didome.

Bertekên gel ên li dijî gefên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

Li bajarê Serêkaniyê yê kantona Hesekê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê çalakiya mertalên zindî di roja xwe ya 17‘an de berdewam dike.

Îro, malbatên şehîdan ên herêma Firatê û bi dehan şêniyên navçeya Zerganê ya kantona Hesekê serdana çalakgeran kirin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ûbeyd diyar kir ku gelên herêmên ji bo rizgarkirin û parastina xaka xwe ji komên çete şehîd dane. Ûbey anî ziman ku şêniyên herêmê bi hemû pêkhateyên wê dê li hemberî gef û êrîşên Tirkiyê bisekinin.

Hesen Ûbeyd di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide îradeya ku hêza xwe ji ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire, bişkîne û got: "Herêmên me bi xwîna şehîdan aram bûne. Em şopdarên xeta şehîdan e heta armancên wan ên azadî û serkeftinê bi cih werin."

ANHA


Mijarên Din