Çalakiyên mertalên zindî di roja 16`mîn de berdewam in

Li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmê, çalakiyên mertalên zindî yên li ser sînorê Tirkiyê-Sûriyê li kantona Kobanê bi beşdariya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in.

Li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiyên mertalên zindî li kantona Kobanê, di roja xwe ya 16`mîn de berdewam dikin.

Li dijî gefên Tirkiyê û ispatkirina berxwedanê, bi sedan ji şêniyên gundên Qeremox ê rojhilatê Kobanê û gundê Ziyaret ê rojavayê bajêr, nêzî sînorê Tirkiyê çalakiyên mertalên zindî lidar dixin.

Îro jî bi sedan ji şêniyên navçeya Sirînê beşdarî konê çalakiyê yê li gundê Ziyaretê hatiye vegirtin bûn. Beşdaran bi dirêjahiya bi dehan metran li hemberî baragehên dewleta Tirkiyê angu bakurê-rojavayê kantona Kobanê, dîwarên zindî çêkirin. Beşdaran sloganên "Bijî berxwedan" û "Bijî biratiya gelan" berz kirin.

Beşdaran ji ajansa ANHA`yê re axivîn û gotin, ew ê heta dawîkirina gefên li ser herêmê, çalakiyên xwe berdewam bikin, her wiha diyar kirin ku ew ê li dijî hemû êrîşên Tirkiyê yên li ser xaka ku bi saya şehîdan hatine rizgarkirin, bi israr in.

(eh)

ANHA


Mijarên Din