Çalakiyên pêngava "Em dibêjin na" didome

Yekitiya Jinên a Reqayê di çarçoveya pêngava "Em dibêjin na"de çalakiyekî hunerî û werzîşê li dar xist.

Çalakiya ji bo moralê, bi beşdarbûna girseyeke mezin a şêniyan li parka Cewad Enzûr a navenda bajarê Reqayê hate lidarxistin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Yekitiya Jinên Ciwan Aya Xelîl axivî û bal kişand ser îsrara jinên ciwanên a têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk.

Piştre, çalakiyên hunerî û werzîşê, her wiha pêşbirkên zarokan hatin lidarxistin. Di dawiya çalakiyê de xelat hatin belavkirin.

ANHA


Mijarên Din