Çalakiyên xwedîderketina li grevên birçîbûnê ya li Şehbayê didome

Çalakiya xwedîderketina li grevên birçîbûnê ya li navçeya Ehdasê di roja xwe ya 5‘emîn de didome.

Li dijî tecrdîkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo xwedîderketina li çalakgerên grevên birçîbûnê gel di nava çalakiyan de ne. Li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bi pêşengtiya Kongreya Star 5 roj beriya niha çalakiyê konvedanê hat destpêkirin. Çalakiya bi dirûşmeya "Bi berxwedana girtîgehan em ê bi serkevin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin" di roja xwe ya duyemîn de didome. Çalakiya îro ji aliyê bi dehan şêniyên navçeyên Fafîn, Babins û Ehdasê ve li gel endamên Kongreya Star hate dewrgirtin.

Konê çalakiyê bi wêneyên çalakgerên grevên birçîbûnê yên di girtîgehên Tirkiyê de, Leyla Guven û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye xemilandin.

Çalakî bi deqaya rêzgirtin destpê kir. Paşê qeyda deng a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku balê dikşîne ser girîngiya rêxistinkirina gelê Kurd li gorî jiyana şoreşgerî, her wiha peyama deng a têkoşer Leyla Guven a der barê armancên grevê de hatin pêşandan.

Endama Kongreya Star Almaz Hiso axivî, diyar kir ku ew ê çalakiyan dewam bikin heta rakirina tecrîdê. Almaz anî ziman ku ew hêza xwe ji berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên di grevên birçîbûnê yên di girtîgehên Tirkiyê û derve de digirin.

Endama Meclisa navçeya Ehdasê Fikret Ebdalo jî wiha axivî: "Ev meha, meha berxwedan, têkoşîn û serkeftinê ye, meha şehîdên azadiya welat in. Serkeftinên hatin bidestxistin berhemên keda şehîdan, bi ked û xwîna wan Efrînê dê rizgar bibe."

Fikret Ebdalo, got, gelê Kurd dê çalakiyên xwe dewam bikin heta armancên xwe pêk bînin.

Piştrejî, şanoyek li ser berxwedana Leyla Guven û Nasir Yagiz hate pêşandan.

Çalakî bi axaftinan dewam dike.

ANHA


Mijarên Din