Çalakliya Leyla Guven di roja 148'an de dewam dike

Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a bi armanca rakirin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd dest pê kir, di roja 148'an de dewam dike.

Berxwedana  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kir di roja 148'an de dewam dike. 

Çalakiya di girtîgehan de berdewam dike

Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê destpê kir di roja 135'an de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 109'emîn de didome. Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 110 roj in didome. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî dest bi grevê kirin.

Çalakiya li avahiya HDP'ê berdewam dike

Çalakiya Parlementerên HDP'ê Dersîm Dag, Tayip Temel û Murat Sarisaç a di 3'yê Adarê de hat destpêkirin, dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe  90 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 80, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 88 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 37 roj in di greve de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Çalakiya Parlementerên HDP'ê Dersîm Dag 33 rojin didome. Çalakiya Parlementerên HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarisaç 28 rojin didome.  Çalakiya Yusuf Îba, li Torontoyê 83 roj, Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 82 roj, Husên Yildiz 77 roj, Hasbî Çakici 76 rojin di grevê de ye didome.  Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 75 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 71 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 66 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 61 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 44 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilistan a Londonê  19 roj di girevê de ne. Herêm Mehmut 39 roj, Şeyma Ednan 31 roj û Gulebax Celal 16 roj in di grevê de ye.

Li Girtîgeha Osmaniye ya Tîpa T Siraç Yuksek, li Girtîgeha Tîpa T F Şakranê Yonca Akici, li Girtîgeha Tipa T a Jinan a Oltuya Erziromê Zehra Saglam, li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F a Hejmar 2 Zulkuf Gezen, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ayten Becet û li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Medya Çinar li dijî tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.


Mijarên Din