Çalakvan dipirsin: Hûn bi çi mafî Rêber Abdullah Ocalan ji gel dûr dixin?

Li gel dirêjkirina tecrîdê û qedexeya hevîdtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re, çalakvanan der barê sedemên ferzkirina vê tecrîdê pirsîn û gotin: “Em dixwazin guneha Rêeber Abdullah Ocalan nas bikin çi ye, heta ku dema qedexeya hevdîtinê dirêj kir? We çi qanûn kiriye bingeh? Bi çi mafî hûn wî ji gel, malbat û ximzên wî dûr dixin? Gelo ji ber ku banga azadiyê, demokrasiyê û mirovahiyê dike! Yan jî hûn jê ditirsin?”

Desthilata dewleta Tirk a dagirker biryara qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdulah Ocalan re heta 6 mehên din dirêj kir.

Ji 25`ê Adara 2021`an ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan ve nayê girtin ku dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran lê ferz kiriye û hevdîtinên bi malbat û parêzeran re qedexe dike.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/06/03/185557_-.jpg

Çalakvanê mafên mirovan Şewax El Elî got: “Rêber Abdullah Ocalan, di dadgeheke navneteweyî de nehat darizandin. Tu sûc nekiriye heta ku tecrîd bê dirêjkirin. Tu sedemeke qanûnî ya ferzkirinê tune ye. Ev biryar, biryara çeteyên mafyayê ye.”

El Elî anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan tu sûc nekiriye yan jî hestên tu kesî binpê nekiriye tenê banga mafên gelê herêmê dike.

El Elî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan, banga projeyeke herêmî û navneteweyî dike û got: “Ev proje ne li gorî desthilata Rojhilata Navîn e. Ji ber wê cîhan bêdeng e. Ev komployeke navneteweyî ye li dijî wî. Ji ber ku tevahî dadgeh û rêxistinên mirovî yên navneteweyî bêdeng in. Wek Dadgeha Edlê ya Navneteweyî, Dadgeha Lahay, Dadgeha Cezayan a Navneteweyî. Hemû bêdeng in û destwerdana vê dozê qet nakin.”

Li gorî El Elî, tu sedemên qanûnî yên dirêjkirina qedexeya hevdîtinê heta 6 mehan tune ne û wiha pê de çû: “Sedem tenê ew e ku Erdogan ji belavbûna fikrê wî ditirse.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/06/03/185525_-.jpg

Her wiha Ednamê Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê Seed El Qehîs got: “Dewleta Tirk daxwaznameyên hevdîtinê yên parêzeran bersîv nekir. Vaye jî, qedexeya li ser wî heta 6 mehên din dirêj kir.”

El Qehîs wiha domand: “Erdogan, kujer û sûcdar e. Ji ber ku bi tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, dixwaze nîşaneyên mirovahiyê û demokrasiyê binuxmîne. Rêber Ocalan, sembola demokrasiyê û azadiyê ye ku ew hêviya tevahî gelên li cîhanê ye.”

El Qehîs banga zelalkirina guneha ku Rêber Abdullah Ocalan kiriye heta ku tecrîd li ser tê dirêjkirin û bingeha qanûnê ya vê biryarê çi ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Bi kijan mafî hûn wî ji gel, xelk û xizmên wî dûr dixin? Tenê ji ber ku banga azadiyê û mirovahiyê dike! yan jî hûn jê ditirsin!. Me herêmên xwe bi fikrê wî ji bin destê DAIŞ`ê xilas kir û bi ser ketin.”

El Qehîs nerazîbûna xwe li hember siyasetên tecrîdê anî ziman û wiha lê zêde kir: “Heta kengî ev zulm û bêdengî dê berdewam bike? Çima kesek rê li pêşiya kiryarên Erdogan nagire? Gelo fikrê Rêbertî li dijî berjewendiyên dewletan û NY`yê ye? Sankî kiryarên Tirkiye li dijî wî li xweşiya wan dewletan tê.”

Di dawiyê de El Qehîs bang li gelên cîhanê kir ku pêwîst e bikevin tevgerê, da ku ev tecrîd bi dawî bibe û her wiha hêvî kir ku di demeke zû de gel û Rêberê xwe bigihêjin hev û tenduristiya wî nas bikin.

(dm/şx)

ANHA


Mijarên Din